ḧîkayeta bîst û sê

From the Book:
Çil Ḧîkayet
By:
Mahmud Bayazidi (1799-1867)
 4 minutes  801 views

neqil diken ku çeteçî ’ebdulla paşaNamed-Entity walêy erzeromNamed-Entityê, bi şev diz ketne malekê û mîqdarekê dirav û eşya birin, subeyê xweyê malê hat, eḧwal ji boy çeteçî paşa neqil kir, îfada ḧalê xwe kir, ku îşeve malê min hatye dizîn, îcarê çeteçî jwî mirovî swal kir, çewanê bûne, xanî kelaştine weya xwe ku sanê bûye, ewî mirovî îfade kir, kune şimîkêd derî bideranîne û hatne malê û dizî kirîne, îcarê çeteçî dibêje wî mirovê xweyê malê, ku to heře ewî deryê malê digel şimîkê biderîne û bide pişta ḧemmalekî ji boy min bîne û dabne nêva serayê, ez pirsyarê ji derî û şimîkê dikem û dizê te peyda dikem û malî distînim, îcarê ew mirov jî eger çi evî xeberî bawer naketin, lakîn bazerur diçîtin derî û şimîkê didete pişta ḧemmalekî û tînîte nêva serayê û dispêrne dîwarî û çeteçî dibêjte xweyê malê, ku to îroke biçe subeyê weqtê dîwanê were êre, ez dê ji derî pirsyar bikem û dizê te peyda û malê çûyî biderînim, xweyê malê tête mala xwe û ev xebere dinêva bajêřîda belav dibîtin, ku şulekê weha qewmîye, û çeteçî jî derî û şimîkê birne serayê, goya dê jiderî teḧqîq biketin ku diz kîne, eve şula ’ecêbe, paşa dîn bûye, derî çawanê cewab didetin ku diz kîye, û diz jî meger vê seh diken û dikenin, ku belê maşa’ alilhArabic paşayê me mirovekê bi ḧukme, mesxere diken, her kes subeyê ji boy seyr û temaşa û mizaḧ, berhev ḧewşa serayê dibin û çeteçî jî ji pencere nezer dike û berî tenbîhî mirovekî diketin, tupzekî bigre destê xwe û link derî bisekne, weku ez dibêjim biqute, to çend tupzekan liderî bide û paşî bisekne û guhê xwe bide derî, ez jite pirsyar dikem ku derî çi dibêjîtin, tu cewabê bide, ku belê derî dê niha cewabê bidetin, meger xelq jî zav hatne seyrê, ku bibînin, paşa çewanê pirsyarê dê ji derî biketin û paşay çend nefer tebdîl jî tenbîh kirîne, dinêva seyr çyan bigeřn û guhdar bin û çavêd we jî li xelqî bitin, weku ji derî îşaret dibtin, hûn miqeyyed bin, herçî kesê lixiwe difkire, ewan mirovan bigirin û bînne nik min, meger dû nefer jwan dizan jî ḧazrî temaşayê bûyne, îcarê dîsanê paşa gazî wî mirovê ku me’murê ku tana derîye diketin û emrê wî diketin, ku derî biqute, bilanê dizan řast bibêje, weger nepaşî, ez wî disojim û ew mirovê me’mur dîsanê bi tîkirar bi tupzî liderî didetin û paşî dîsanê guhê xwe didete derî, goya cewabê jê distîne û xelqê temaşaker jî ḧemû lê nezer diken û hin dikenin û hin te’uccub diken, îcarê ew mirovê me’murê derî, gazî diketin, ku belê efendim derî saloẍê dizan didetin, divê kumêda ew mirov ḧazirin û jimlêd wan her yekî marek ji boy ’elamet daleqîne, weku me’murê derî qutanê, evî xeberî dibêje, meger ew herdû diz bi şubih dikevin, û li milêd xwe difekirin û ew mirovêd tebdîl weku ewan dû mirovan bi vî terzî dibînin, fîlḧal ewan herdûkan digirin û tînne nik paşay û eḧwal jiboy paşay neqil diken, ku belê weku me’murê derî beḧsa maran kirî, ev herdû mirovene, bi şubih bûyn, evne li milêd xwe fekirîn, îcarê paşa emrê wan herdû mirovan diketin, ku hûn dizin, řastî bibêjin weger nedê we qetil bikem, berî, ew herdû mirov înkar diken, paşa dibêje, ku elbette hûn dê řastî bibêjin weger ne çare tunîne weku hûn řast bibêjin, dibîtin ku belku xilas bibin, weger ne elbette we qetil dikem, îcaran dizan îqrar kirîne, ku belê fî alwaqi’Arabic em dizîn û dû oldaşêd me jî heyn, li filan meḧelleyê û mal jî li filan dirê veşartye, îcarê paşa viřê diketin, ewan her dû dizêd oldaşêd wan digrîtin û tîntin, û mal jî bi der tînin, îcarê ewan çar nefer dizan viřê diketin û her yekî li derîkê kelê bi darda diketin û ev qezîye ji ’eqil û dirayeta çeteçî ’ebdulla paşa yadgar maye û tête neqil kird.