cim’ û tiqsîm

From the Book:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 1 minutes  719 views

pazdehem: «cim’ û tiqsîm»e ke birîtîye le kokirdinewey çend şit lejêr yek ḧukmida û enca dabeşkirdinî ya bepêçewaney ewewe. nimûney eme lem şî’raneda dyare:

ademî hemû řołey ademin
azadkirawî çerxî ’alemin
hendêkî zana û xawenî nawin
hendêkyan nefam, zor nenasrawin
hendê bekar û hendê bêkarin
hendê bêhoş û hendê huşyarin
pîroz eweye kara û zanaye
bedîş nezan û bêtwanaye