lif û nişrî mişuş

From the Book:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 1 minutes  1125 views

yazdehem: «lif û nişrî mişuş»e ke eweye le řîzî wesfekana le xwarewe pya bêtewe bo serewe û dwa wesif wesfî mewsûfî yekem bê û her bew core ta dwayî dê.

«namî» xawenî em řazaweye ełê:

biřwanin lebo biro û çawanî
bo gonay ał û řuxsarî cwanî
ebînin mangî çwadey ’ezîze
sêwe lasûrey werzî payze
ebînin pyałey şerabî şaran
kewanî destî seyyadî caran

lêreda mangî çwarde bo řuxsare û, sêwe lasûre bo gonaye û .. tad.