turîh

From the Book:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 1 minutes  927 views

nohem: «turîh»ye ke birîtîye lewe lefzê dû watay bibê yekêkî nizîk û yekêkî dûr û, le katî bekarhênanî ew lefzeda me’na dûrekeyan mebest bê.

xawenî em «řazaweye»ye ełê:

însanî pîroz wêney hetawe
heta bimênê řûnakîy çawe
yanê binyadem katî pîroze
heta hetaye řojî newroze

îste wişey «newroz» dû me’nay heye. me’nay nizîkî ewweł řojî behare û, me’na dûrekeyşî řojî pîroze û lêreda em me’nayeyan mebeste.