bisim alilh alirḧimin alirḧîm

From the Book:
Bedî’ û ’Erûzî Namî
By:
Abdul Karim Mudarris (1901-2005)
 2 minutes  1074 views

alḧimd lilh rib al’almîn, û alsiluة û alsilam ’ilî sîdna miḧimd û alh û siḧbih acmi’în, û min tib’ihim baḧsan alî yum aldîn.Arabic

le paş wergirtinî pîrozî be nawî xuday bexşindey mîhreban û, sitayşî perwerdigarî cîhan û,sirûdî dirûdî bêpayan bo gyanî řehberî huşyaran û, bo gyanî hemû endamanî xanedanî û, alî berz û beřêzî xûcwanî û, komełî kamłî yaranî û, baqîy peyřewanî ’ehd û peymanî, ełêm:

eme çend lapeřeyekî nask û nazdare, hawřengî gułî gułzare, le usûlî hunerî «bedî’»da, nûsîm bo ewey bibê be sermeşqî mindałanî hawnîştiman û, nawim na «řazawey namî». hîwam waye sûdî lê werbigrin û, behanem lê negirin û, ew yasayaney be kurtî nûsîwmin be řesayî řûnakyan bikenewe û, ewaney terkim kirdûn boy zyad biken û, be temaşa kirdinî em kurte nameye çiray derûnyan hełbigîrsênin bo dozînewey wirde nukatî qur’anî pîroz û witarî řehberî diłsoz û kelepûrî dewłemendî edebî kurd. îtir yarmetî her le perwerdigarî tenya û tak wer’egrîn.

ca bizanin hunerî «bedî’» hunerêke ebê be mayey zanistî cwankirdin û řazandinewey witar lepaş çawdêrîy řesayî ew witare bepêy pêwîstî ḧałî ew kesey witarî pêşkeş ekirê wekû zanyaranî belaẍe fermûyane, paş mutabeqey kelam bo muqtezay ḧał û meqamî kabray beranberî giftugo legeł kiraw û, paş cwanîy yekeyekey wişekanî qiseke û řiste řistey witareke, egîna řazandinewey witarî nařesa lem babetanewe wekû eweye bergî cwan bikeyte bûkî naşîrîn.

em namîlkeye řîz dirawe be dû fesił, wate dû parçe û xatîmeyê, wate payanê ya dawêneyê.