ḧîkayeta bîstê

From the Book:
Çil Ḧîkayet
By:
Mahmud Bayazidi (1799-1867)
 2 minutes  832 views

qese diken ku carekê ’eşîretê «sipîkanNamed-Entity» û «ḧeyderanNamed-Entity» herdûkan digel yek û dû mîqdarê pansed serî karwanê qafîlebaşî «’ebdulqadir aẍayê beẍdayîNamed-Entity» lê dan û talan kirin, barêd wan ḧemû çox û qumaş û etles û canfis û qurimz bûyî, li deşta qazî gulêNamed-Entity belav kirin, wesanê ku ekiradan çox û etles û qumaş bi řiman di pîvan û li yek û dû pareve dikirin û ḧisse dikirin, li wê navê mirovekê xwe cihî jî rastî wan hatî, gote ekiradan, qederekê çoxî û qumaşî bifroşne min, îcarê ekiradan înan, wesanê bi řimê çox û qumaş pîvay dayne wî mirovê yêrlu, îcarê ewî mirovî pirsyar kirî, eve gaza we çi mezne, ekiradan gutne ku belê, eve gaza kor oẍlîye, li çyan hêlaye jiboy jaran, ku eger mirovek çend gez bivê bikře, malê xwe ava diketin, dwî talanîda, çar pênc bar qurimz bidest ekiradekî ketbûn û nezanye ku çîye, paşî hatbûye bazîdê feleyek birîye ku were hindekî dermanê min heye ez bideme te, îcarê fele çûye ew barêd qurimzan ji wî ekiradî sitandîye û înaye firotye û gelek dirav ji wî qazanc kirîye, niha jî ji cinsê wî feley heyn, di bazîdêda bûyne bazirganêd meşhûr û ew gaza kor oẍlî di kurdistanêda me’rufe.