ḧîkayeta sêzdê

From the Book:
Çil Ḧîkayet
By:
Mahmud Bayazidi (1799-1867)
 5 minutes  1021 views

di weqtê teymur paşaNamed-Entityyê millî, ku îskan başî bûye û malêd wan havînan ji beřyê dihatne zuzanêd bîkgulê, ji tayfa silîvanêd dyarbekirNamed-Entityy lawekê qewî jêhatî û bi ḧusin û camêr, lakîn bê ḧal û mal, navê syamendNamed-Entity dibêjin, ew law têtin û dibte ẍulamê teymur paşayê millî û muddeyekî di xizmeta teymur paşada dimîne, kiçeka teymur paşa jî hebûye şazde hevde salî navê wê «şemsêNamed-Entity» qewî zêde xweyî ḧusin û řind û sipeḧî malê cwanyêye, me’lûm wesa diqewme, ev syamendê silîvî û şemsê kiça teymur paşayê millî ḧez ji yeku dû diken û hevdû diḧebînin, êdî roj bi roj evîna wan zêdebû, syamend dizane ku teymur paşa bi ixtyarî kiça xwe nadete syamendî lewřanê ew kurmance û ẍulamê wîye, û ew bixiwe îskan başî û paşaye, û agirê evîn jî defi’ nabî, rojekê syamend dibêje şemsê, ku em heta kengî weha zarê vê belaya ’işqê bikêşin, ez dizanim ev şulame bi raḧetî na ête serî, were ez dê te biřevînim, yan ewe ku em xilas dibin, yan ewe ku bi pê medkevin û medkujin, em ji belêya vînê xilas dibin, xulase syamend û şemsê herdû digel yeku dû xeber diden û li tidareka revê dibin, weku kuçêd teymur paşa ji bîkgulê zuzanan bar diken û berê xwe didene beřyê, syamend û şemsê herdû swar dibin û xwe didene paşya koçan û jwê derê ew herdû bişuve bi semtê muşê da diřevin û rya xelatê digirin û diçin, kuçêd teymur paşa jî ser êvarî têne waran, şev dibe, îcarê dibînin ku şemsê û syamendê silîvî herdû tunînin, îcarê li êlî dibîte hewar, ku syamend û kiça teymur paşa şemsê herdû windane, qederê pansed swarêdbijare bişuve li dewsa koçan vedgeřn û bişev dajûn û sobeyê ew swar têne terefêd bîkgulê û êre wiwêda pirsyar diken, paşî mirovekê ixtyar bişuve mabûye, ew ixtyar dibêje ku belê min dît weku koç axir bun, syamendê silîvî û şemsê herdû řim didestanda bisemtê řya xelatê bilez dajûtin û diçûn, weku ew swarêd hewarê saluẍa şemsê û syamendê hildigrin, ew swar jî řast bi pê wan dikevin û dajûn û diçin. em bêne eḧwalêd syamendê silîvî û şemsê, ew herdû jî bilez û bi ẍar dajûn şev û rojekê diçin û řya bîst se’etan rê dibiřn û têne nik çyayê xelatê ku sîpan dibêjin, goya evne jî êdî emîn dibin û li kinarê çyay ji hespan peya dibin û li wê navê bi amir alilhArabic çend gayêd kovî biser wanda têtin, îcarê syamend tivengekê da vêje û li gayekê kovî didetin û birîndar diketin, lakîn gayê kovî bi wê çihirbê nakevtin û diřeve, îcarê syamend jî tifengê hildigrîtin, peya pey gayê kovê yê birîndar diçtin, ew ga diçte cihekî qewî asê û nizar, ku dibnida ew çome û zaf bilind û kûre, li wî cihê asê birîna gayê kovî sar dibe, îcarê dikeve, syamend jî digehe ser gay û kêrê bidertîne ku gay ser jêke, ga ji ḧewla canê xwe şaxekî li syamend didetin û syamend jwî nizarî gêř dibîtin û li jêrî li binê nizarî dareka diřyê ḧişk û serî tîj hebûye, rast ji jûrve bising divařuyê syamend dikeve ser wî darê têj, serê darî rastî kefiçka dilî têtin û ji piştê bider dikeve, fî alḧalArabic ruḧ teslîm diketin, lakîn hêj şemsê xeberpê nîne, mîqdarekê şemsê link hespan di seknew dibîne ku syamend di rengî bûyî, êdî şemsê jî li dewsa syamendî têtin û le şê gay dibîntin û bijêrve li binê nizarî nezer dike, dibîne ku syamend liser darêye, berê vihin dibe ku belku hêjanê xweşe, dû sê dengan syamend syamend dikete gazî, weku teḧqîq diketin ku syamend temam bûye, şemsê jî digrî û ay dibêje, xwe ji nizarî davêje ser leşê syamendî, şemsê jî li wê navê didereca hîlakêda, ew swarêd ku bi pê wan ketne, ew jî digehne wê derê û hespêd wan dibînin û paşî têne ser leşêdwan hêj ḧeyat di şemsêda hebûye, didene xeberdan, paşî dû sê se’etan şemsê jî temam dibe, îcarê ewan herdûkan jî li wê derê defin kirîne û niha jî zyaretêd wan me’lûmin, paşî xuha syamendê silîvî hebûye, zav istiran li wan girêdaye û el’an ew istiran û qisseya wan dinêva ekiradan da meşhûre û ḧîkayet xwanêd di meclisanda neqil diken, lakîn istiranêd wan jî digel dibêjin qewî zêde ḧezîne û giryê mirovan têtin, gelek bi zarî û jarî fewt bûyne..