ḧemdî bê ḧed bo xudaye xalqî yezdanî tak

From the Book:
Dîwanî Eḧmedî Kor
By:
Ehmed Kor (1771-1856)
 3 minutes  696 views
ḧemdî bê ḧed bo xudaye xalqî yezdanî tak
babî mey adem dexułqand ew le miştê aw û xak
paşî ew zahîr debû azPersian cenbî ew ḧewwayî pak
takû mûns bibin û hemdem ew le řûy dinya be çak
ba’îsî wanîş bû her demzanî pakî eḧmedî
to le qudsê bûy be îmam pêşewayî enbya
yek se’at detkird tereqqî azPersian zemîn ta ḧewt sema
ḧorî xoyan kird muzeyyen bo wicûdit mistefa
lêt mubarek şahî «lewlak» ḧorîyanî basefa
dayîme zîkirî sîfatî to deken, to eḧmedî
ey wicûdit darî seru, wey dû ebrot çun hîlal
zulfî çîn çînit telesmin bo diłî saḧîb kemał
her kesî boyan nebirjê dił kebab û xesteḧał
řoj û şew cergî hemû kun kun nebê ẍerbal mîsał
řojî ḧeşrê key deyête jêr lîwayî eḧmedî
eḧmedî mursel hemîşe ber wicûdit aferîn
îsmî toy dana xudawend) riḧimة lil’almîn)
hadî qum zilal û him şifî’ alimzinbînPersian
fexrî ’alem her etoy ey pêşewayî mu’minîn
ba xuda piř key le řeḧmet qebrî pakî eḧmedî
lezzet û xoşî ewe her kes ke bitbînê be xab
ey biroket mahî yekşew, wey dû çawit çun şehab
qabeqewseynit meqame ey şehî ’alî cenab
ey diła meḧrûqî wî be, dayîme qet řû mitabPersian
bełke wasił bî be cennet to le sayey eḧmedî
ger mutî’î emrî to bîn dayîme, zewqî debîn
eyn nar, eyn nifsî, eyn şîtan li’înPersian
nefis û şeytan hîç nîye bo ’aşiqanî řêy dîn
sakînî cinat ’idin fadxiluha xaldînPersian
boç nîye ’aşiq hemû kes ber cemałî eḧmedî?
ya řesûlełła dexîl az zîqitPersian řojî qyam
min segî birsîm le dergat to be řeḧmet bêre lam
kin tirḧim az biray ayn ḧiqîr natmamPersian
kin tirḧim ya risul alilh biray xas û ’amPersian
bełke mesrûr bîn be lezzet ta le sayey eḧmedî
her kes ’aşiq bê le karî xoy tewaw ḧeyran debê
dił be êş û nałekêş û çaweřêy canan debê
řeng zerd û dax le dił, her şêt û sergerdan debê
çawenořî lutfî yare, daxo key ’eyan debê
ta bika wasił diłî xoy ew be nûrî eḧmedî
her diłê nûrî hebê azPersian nûrî to ey pakdîn
ew desûtê enderûnî her wekû kûrey betîn
toş bike meylê be mey ey seyîdî sidir al’emînPersian
ta nebîne seydî dawî dêwî muřtedid û le’în
eḧmedî korPen name xot bike meḧfûz be zîkirî eḧmedî
eḧmedî korPen name bes xeyał ke wesłî yar, bes nałenał
xot be ḧeq tofîq bide, dest hełgire azPersian miłk û mał
çendî pêt meqdûr debê se’î bike bihirPersiany wîsał
bełkû yar řeḧmî hebê îzhar bika ḧusin û cemał
ey xudaya ba bibînim carêkîş min eḧmedî