’ekaşe

From the Book:
Dîwanî Eḧmedî Kor
By:
Ehmed Kor (1771-1856)
 9 minutes  876 views
řûy de muhrî hełdesû
xuda wa emrî pê bû
oxey diłim taqet bû
bew boseye sakin bû
le kinit debê me’lûme
řast webe lêt xoş bûme
ew miḧemmedî nazdare
be duwan girtîn dû care
lerzî wek bîd û dare
çowe małê be bîmare
ew xatemul murselîn bû
le munacat zor metîn bû
pazde řojan le nûyn bû
cêhêştinî cê û şwên bû
řojî şazdey çûne der bû
îradey pê sefer bû
le subḧêkî kamîle
fermûy řebbî celîle
heřo xwarê ’îzra’île
kin miḧemmedî kamîle
fermûdey şahî eḧede
ta be xoy destûr nede
çi nełêy be miḧemmede
berew lay miḧemmede
way fermûy şay ẍefûre
ta lêy neden destûre
bebê řuxset meço jûre
her řabwêste le dûre
’îzra’îl ke hate xware
be emrî şahî cebbare
le derkî małî kird qerare
çaweřwan û întîzare
sê seḧatan řawesta le dûre
bangî kirdinê bê zerûre
ey ehlî beytî pak nûre
řuxset heye bême jûre
min fermanêkim heye be zerûre
bew seyîdî naw meşhûre
daxo îzne bême jûre?
heta to dêye ḧuzûre
fatîmey piř de usûle
fermûy îzne bême jûre
herçêkû ew řesûle
be derdî xoy meşẍûle
sa’etêk bigre qerare
ta ew seyîdî muxtare
nazdarî wek pêẍember
her ke bîstî ew xeber
tirsa be can û ciger
hîç tirist nebê leber
le fatîmey kird pirsyare
ey ferzindî minî nazdare
degeł kêt bû ew guftare
meke giryan û haware
bewey kemê ke wehhabe
fatîme dełê ey babe
be ziban dełêy ’erebe
merdêkî ’alî nesebe
lewêy girtuwe qerare
ełbet be toy heye kare
fatîme kutîye nebîye
bewey kemê ke řebîye
ez dezanim ewe kêye
de mexlûqî erzî nîye
«milk almut»y sîddîqe
řuḧan deka be teḧrîqe
nawestêtin yek deqîqe
bê haweł û bê řefîqe
be emrî fermanî cebbare
xirab deka řozgare
lebo řuḧît întîzare
lêk destênê bira û yare
ḧesen bo ḧuseyn diłgîre
ḧebîbî řebbî kebîre
fatîme ke bîstî ew beyane
kirdî be dad û fuẍane
bo serdarî îns û cane
destî dekird be giryane
fermûy be lefzî ’erebî
qesem be zatî de řebbî
dełêm be zar û girye bî
řenge le ummetî min nebî
ew řeḧmetî şay bê esere
derdêkî çend bê mefere
kes pêy naba çi zefere
debê bikirê ew sefere
le sê řojan bewlawe ewcar
çî min deka be îxtyar
zor bom meken giryan û zar
deřom be emrî kirdigar
řazî bibin be qezayê
emřo çakin le dinyayê
fatîme ew qisey qubûł bû
le munacatan zor meqbûł bû
gwêdêr be qisey řesûł bû
be sebir û ḧîle û sebûr bû
le munacatan zor metîn bû
pazde řojan leser nwên bû
’îzra’îl le qyame
hate xwarê le meqame
le miḧemmedî kird selame
hatûye xwar ew care
selamî wergirt ew care
bexêr hatî ey eẍyare
daxo be minit çi kare?
wergirim ya biřom ew care
hatûy ke çî îşaret key?
ya ew řuḧîm lê ẍaret key?
way kut ’îzra’îl nazdare
bewey kem ke ew cebbare
min pêm heye her dû kare
wergirim ya biřom ew care
fermûy ke hatî be te’cîl
be emir û fermanî celîl
le kwêt çaw pêkewt cubra’îl
eto hatûy be te’cîl
çawim pêkewt hat û řaweste
degrya be dû çawî meste
melekan tazyanyan lê xwaste
pele meke řabweste
ḧorîyan îrade bû weken
tebeqî nûrî tuḧfe ken
şabaş lebo řoḧî to ken
têkřa xoyan muzeyen ken
her çî bûn û her çî nebûn
řebbî karî «kun feyekûn»
pak muḧtacî hatnî ton
ey řesûłî xoş řeng û bon
ḧetta xalqî ẍeffare
çawenoře, întîzare
kengî řoḧî to deçête dyare
ey miḧemmedî nazdare
cubra’îl le qyame
hate xwar le meqame
le miḧemmedî kird selame
degełî dekird kelame
selamî wergirt nebî
dełê wełłahî be zatî řebbî
debê cêy ommetîm lekin bî
le umetim ẍafił nebî
wî be cubra’îl kut: gyane
le paş min eseḧ bizane
ew mizgewt û ew mekane
debin çoł û wêrane
ew mizgewt û ew mînbere
cênşînî pêẍembere
debin zîr û hem zebere
be emrî ḧeyyî ekbere
ommetî min gunahkare
eqdemîyan çûn ew care
tekellumî kird be zare
ademîyan dête dyare
kes nîye we’zyan lebo bixiwênê
weser řêgey ḧeqyan bênê
da şeytan îmanyan lê nestênê
xełk be baweř bimênê
xalîq xoy xêwî qudretî
eme deba bo cennetî
çî deka degeł ommetê?
hemwan berê bo cennetê
cubra’îl hat be te’cîle
geyye ber lîqay celîle
guftarî kirdin kamîle
legeł řesûlî celîle
dełê way fermû şay cebbare
selam le nebî muxtare
deẍdeẍey nebê çi care
ew deçê ezim serdare
min padşayekî be sebirim
bê şerîkim qet namirim
qedrî ewan çak degirim
dînyan lebo řadegirim
lên beşerin, dekem îmanê
kanî xêr û hem îḧsanê
fezłî wîrd û hem qur’anê
le ometî axir zemanê
be zatî xom, xom cebbare
le dinyay bed û řojgare
pêt debexşim gunahkare
çun pêẍember întîzare
be zatî xuday «zî al’en’am»e
beheşt xoş û piř te’ame
le hemû kafran ḧerame
bo ommetî «xeyru الئەەنام»e
dû destî hêna berdane
ew lewêy bijard şukirane
way kut be diłî bê endêşe
canî canan were pêşe
qebzî eřwaḧim bikêşe
řêgay meḧşer le pêşe
ey melekî pak û emîn
me’mûrî xudawendî mubîn
zû ke were pê hełêne
emrî aẍat becê bêne
’îzra’îl le cêy xoy hesta
le pêş nebî řadewesta
destî dena leser deste
bo qebzî řuḧî berdeste
ew řuḧî nebîy muxtare
be emrî padşahî cebbare
le ejnoyanî girt qerare
le pencerey dehate xware
ew miḧemmede sermeste
şerbetî awî dexwaste
ew dû destî wa nûrîne
[de awî sardî hełêne]
bîney xoy de awê dene
pak û munezzeh řeḧmanh
xalqî kullî de eşyane
gyan kêşan çende giranh
bewey kem ke ew sebbûḧe
le axrî dinya takû nûḧe
le tom sûktir nekêşan řûḧe
----------Missing
fermûy be lefzî ’eřebî
toy eweł û axir nebî
ḧezê dekem sed hênde bî
qesem be zatî de řebbî
hênde bê le ser ommetî nebê
hemûy leser qelbî min bê
hênde bê le ser ommetî nebî
way defermû zatî nebî
ommetî min gunehkare
taqetyan nîne çi care
bibînin ew řojgare
ew seyîdî de namdare
hełyan girin be hezare
be hîmmetî bira û yare
ew merdî çak û emîne
seyîd «xitim almirsilîn»e
ewan xwêndyan yasîne
leser padşay medîne
řuḧî we e’zem kar kird
le dinyay koç û bar kird
řûy we řeḧmetî cebbar kird
xołî be ser mey hejar kird
ommetî xoy bê serdar kird
pakî bêçare û hejar kird
«kulّû şey’ٍ halîk» bûn
be ayet karî «kun feyekûn»
«îynّەا lîlّehî we îynّەا îyleye رەاجیعûن»
her ke wîstî «kun feyekûn»
îbnu’ebbas û ḧeyderî namdar
awyan dekirdin germ û sar
pêyan şuştin, nebî muxtar
leşî pîrozî nazdar
burdêkî yemenîyan be dû ber kird
lewyan be kifnî řesûłî serwer kird
ew miḧemmedî wa ser meste
sê qedyan bo řaxsite
le nêwyanda řaneweste
qur’anî leser deste
cubre’îl ke hate xware
degeł çehar melekî muxtare
nwêjan kird le nebî nazdare
be ’îzzet û îqtîdare
hełyan degirt ew cenaze
be ’îzzet û qedir û naze
birdyan bo řewzeyî řaze
be ’îzzet û qedir û naze
be emrî şahî cebbare
dił le tawî let û pare
dayan na ber pişt nebî muxtare
ewyan wa le destî şare?
ew miḧemmede çaw hełênabû
pałî we qebrî xoy dabû
bo ommetî dest be du’a bû
----------Missing
ger ême sed caran bedîn
eḧmedîlla ommetî miḧemmedîn
ger ême sed car nadanîn
naşî û şêt û hîç nezanîn
elḧemîlla kafir nîn û musłimanîn
řêgay dîn baş dezanîn
hîcretî nebîy muxtare
hezar û dûsed û dû çehare
ew beyte bû be eş’are
bo medîney piř enware
ya řebbî be em şewî heynî
be şahî qabeqewseynî
be îmamî qîbleteynî
qełem be gunahin dênî
řeḧmetêkî bê şumar key
le cema’etî bira û yar key
le cema’etî bira û yar key
bo ommetî pêẍember key
hezar řeḧmet le gwêdêran
cuda le şeytanî małwêran