ême ke kurdîn xuda denasîn

em hełbeste leser şêwey goranîye
From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 2 minutes  734 views
ême ke kurdîn xuda denasîn
le řêgey dîna xeylî îxlasîn
wezîfemane çunke îslamîn
saḧîb ẍîret û ’ezmî temamîn
kurd û ’ereb bê ya turk û ’ecem
biray êmeye bibin xatir cem
du’a bikeyn řû le xuda keyn
le řêy îslamî řuḧman fîda keyn
yektir ba bigrîn be wêney dîwar
bełkû meḧfûwiz bîn le dest segî har
pena ba berîn bo zatî mewla
şeřî dujminman bełkû lê lada
ḧeqman xizmete nêzîk û dûrî
leřêy parastin besed sirûrî
şî’arman îmřo ellahu’ekber
selamî lê bê seyîdî serwer
giştiman mil keçîn bo emrî yezdan
zor ḧeqqelaman eḧkamî qur’an
herkes lêy lada debê sergerdan
řûřeş derdeçê le ḧeşir û mîzan
le řêy parêzgar dîn û wetenman
serfî ba bikeyn mał û ẍîretman
řêga ba nedrê be bedxiwahî dîn
fitne peyda ken leser řûy zemîn
weten neşêwê be ḧîley bedgo
te’sîr ba neka dî’ayey diro
yektir ba bigrîn ême ger pyawîn
be agirî nîfaq pakman sûtawîn
cergî şeq kirdûyn dujmin be xencer
řîşey kêşawîn be nûkî neşter
nawman le xona qewmî musłiman
bijîn û bimrîn bemayey îman
bibîn beyek sef ême îslamîn
ewca beřastî ehlî îmanîn
şer’î mistefa bikeyn be qanûn
dînman qet nadeyn be gencî qařûn
serbest û aza be dînî îslam
serfî ’umrekeyn le řêgey selam
ême ke kurdîn ger ehlî wefayn
lejêr îta’ey emrî mistefayn
ferqî pê nakeyn be new’î ziman
herçî îslame giştî her biran