’asîmey sułtanî zewqe şarî ko bohemnişîn

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 3 minutes  727 views
’asîmey sułtanî zewqe şarî ko bohemnişîn
bo ’ulûm û ’eqił û ’îrfan bote yekkem şanşîn
ḧemd û şukirî pê dewêtin lazme ẍafił nebîn
şukirî lutfî xwa bikeyn û qet le emrî derneçîn
em meqamey dabe ême gułşene bo ’îlim û dîn
awî wek awî ḧeyate wek beheşte bo ḧeyat
her wekû şaran zemane xizmetêkî ger bikat
tacî fexre şarî koye bo cinub û řojhełat
baẍ û mîwey şubhî cennet gyayekanî bon edat
nêrgis û lale û binewşe sef be sef hem çîn be çîn
zor meraqme takû mawim seyrî ewrupa bikem
ta le xoşî û wez’î şaran dîqqetêkî ça bikem
aya wek koye debînim ta ewîş îfşa bikem
ger be çawî xom nebînim zeḧmete biřwa bikem
wesfî cuẍrafî delîle şarî koye yekkemîn
her finûnê lêy depirsî ehlî ew lêbûnewe
yek be yek lem şûmî cehle xas û ’am cwê bûnewe
wek qedîm gułzarî ’îlmî zor gułî girtûnewe
herwekû ẍîlman û ḧûrî newcewan kobûnewe
wa lenaw baẍatî ’îrfan bû ’ulûm û gułçinîn
şukirulîlla ehlî koye bûne yekkem behrewer
layeqî her new’e medḧin şar û çya û deşt wider
ehlî fezil û ehlî ẍîret ḧeqperist û ba xeber
şêrî mestin bo şuca’e çawnetirs û piř huner
mezre’ey ewsafî zewqyan layqe bo xoşeçîn
ger nîhayet xwahî wesfî zeḧmete qet nadrê
çunke medḧî şaru’ehlî qet be hîç kes nakirê
ehlî dîqqet bête koye fîkirî xoy ba řagrê
ta be çerxî ḧîret û ẍem cerg û řîşey ba dirê
cêy weha çunke nedîwe qet le eqtarî zemîn
ger cebel libnan bibînim bê şik ayaẍî dekem
her be serçawey ḧemamok cergî ew min daẍekem
subiḧ û şam bo keyf û şadî seyrî nawbaẍî dekem
zor be medḧî lêweşawe berz û peř laẍî dekem
layqe bo şarî koye pêy biłên xuldî berîn
min ke koyem seyrî min ken qesir û baẍ û pencerem
seyrî ken lem lalezar û em hewa řûḧperwerem
bêt û libnan min bibînê bê şike degrê werem
min muẍazey zewq û şadîm ew debête dêwerem
babetî zewqî dewêtin takû bifroşê le çîn
fesłî zistan koçî kird û xîwetî hełda behar
menzerey şadî û sirûre deşt û çya û dême kar
wek beheşt řazanewe herçar terefman lalezar
’asîPen name ya bêre temaşa û nûkî xamet bêne kar
her lesed yek wesfî derxe bê wefa ba derneçîn