lew kwêstane melayek be lay xêłêkî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  408 views

lew kwêstane melayek be lay xêłêkî «řeşuborî»da tê’epeřê, birsî ebê, eyewê la bida nanêk bixiwa, seyr eka zemawend û hera û hełpeřkêye. kiç û kuř destyan girtuwe û qûleye, nan exwa û paşan le kwêxake epirsê; axo em kiçe mare kirawe? kwêxaş ełê: «mela byûřewe! kenîşkî xomane û bo kuřî xomanî têrîn, marey negereke, nazanim to gû xorî kiwêyt û le kwêwe hatgît? nanî xotit xwardige û hełse biço we řêy xotewe, lem şayyeda xwên megêře».

paşan be her zimanêk bê, mela îşêkî wa eka marey kiçeke ebřê le kuřeke.