mela miḧemedî mela kerîm çend qiseyekî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  450 views

«miḧemedî mela kerîm» çend qiseyekî nard bo «řişte» le waneda gêrayewe, witî: «řojêk jinêkî şatrî kuřêkî mindałî hebû nexuş bû», eçête lay «şêx ḧesen»y «qeytul» nuşteyekî bo bika. ke eçê lew kateda şêx hêlkewřonî leber dema ebê eyxiwa. hêlkewřonekeş, nîmřo ebê; zerdênekey biław ebêtewe be serya.

şêx le jineke epirsê: kuřeket çîyetî? ełê: «qurban bê ’edebî newê ke da’enîşê danîştinekey lewey ber demî şêx fire zerditir û teřtire, ewa hatgim bełkûw şêx dem û nefesêkî bo bixate kar». şêx seyr eka em jine qisey xoy pê wit, witî çarêkî ekem kełk nagrê. hênay qaqezêkî wekû nuşte bo pêçayewe û daye û witî: biço eme bîgre mom û bîlkêne be dergay qingî kuřekeda, be hîmetî pîran çak ebêtewe.

jineş eçê wekû şêx efermiwê wa eka. paş çend řojêk eçêtewe boxzimet şêx. şêx lêy epirsê ha daykim kuřeket çone? ełê: qurban! xwa her bûtêłê boman. lew řojewe dem û nefesekey tom bořêge we qingya tike tike newê dananîşê! şêx îtir hîçî pê nawêrê.