cûlekeyek hebû le bane şelemoy naw...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  470 views

cûlekeyek hebû le «bane» «şelemo»y naw bû. tozê cwankele bû. çerçêtî ekird, dû gwêdrêjî hebû, hemû car barî ekirdin le şitumek û eçuwe derewe bo firoştinyan. carêkyan wa řêkewt ke ebuwaye be kelîxana biřoyştaye. řêgeş na’emîn bû, kabrayekî bekirê girt legeł xoy birdî bo ewey bîparêzê le pyawxirap û řêgir . ke egene nawendî kelîxan, kabra xoy cûlekeke řût ekatewe, heriştêkî pêye lêy estênê. swêndîşî pê’exwa be ḧezretî musa ke deng nekat, sereřay ewe dênî eşîgê bo ewe îtir be hîç cor her newîrê qise bika. dinya temumj û hewreřoj bû. kabray cuwe egeřêtewe bo bane û her henase heł’ekêşê naştiwanê qise bika. ca eyanut her řojê temumj û hewreřoj buwaye, řûy ekirde kelîxan û eyut: «be xwa xełkîne! êsta lew kele pyawgayne».