jinêk hebû le hełebce bacî zînetî naw...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  428 views

jinêk hebû le hełebce «bacî zînet»y naw bû, leber ewe tozê cwankele bû, xełk û xwa zor be temay bûn. gelî şwîşî kirdibû, bełam kuřukał her le kołan û makołana gil û xulyan bû be dewrya. bacî zînet lem dwa dwayyeda mêrdî kirdibû be pyawêk nawî «sofî ’ezîm» bû. tozê gêlokeş bû. em mêrdey ser te’aze bû, řojêk «sofî ’ezîm» le korêka ebê. hetîwêk hebû «şuşe»y nawbû, ewîş le kořekeya bû. řû ekate «sofî ’ezîm» ełê: xałe ’ezîm zê zînet gewreye ba biçûke? ewîş ełê: «be xwa bira min nazanim, bełam we pêy ewe kuřukał fiře we dewr qingya tên û eçin, eşê fire biçûk wê»