kabrayek hebû şepey naw bû diłî çubû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  430 views

kabrayek hebû «şepe»y naw bû, diłî çubû le afretêk, be tewawî boy sûtabû, way lê hatbû hemû kes pêy zanîbû. le řûyşî hełne’ehat qisey legeł bika. řojêk seyryan kird «şepe» zor be demaxe, pêyan wit: şepe çîye? wa dyare îmřo şitêk heye! witî: xizmîne! xwa derûy lê kirdimewe, îmřo qisem legeł dostekema kird û ewîş cwabî damewe. wityan çon? witî: ke çûm seyr ekem le serkanî genim eşwatewe bo sawer, minîş pêm wit: «ha, wełła ełêy hemû genmeke bixom» ewîş pêy witim: «ha, mangaye, manga».