řêwîyek kotrêkî girt. kotre witî bizanim...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  581 views

řêwyêk kotrêkî girt. kotre witî: «bizanim çarêkî xom nakem?» hat le řîwyekey pirsî witî: mam řêwî bê ’ewewî nebê to xełkî kwêy? witî: «bane»yim. legeł witî: «bane» û kotir le demî bereła bû, fiřî. înca řêwîyeke danî řîç ekirdewe û eyut: «ax! eger emcare destim kewtewe ełêm şarbajêřîm. şarbajêřîm».