aẍayek xizmetkarêkî temełî bêfeřî hebû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  440 views

aẍayek xizmetkarêkî temełî bêfeřî hebû, řojêk nardî bo bazař, řon û birinc bikřê. zorî pêçû, her nehatewe. dwayî ke hatîşewe her birincekey kiřîbû, řonî nehênabû. kabra zor tûře bû, gelê cinêwî daye û pêy wit: segî segbab! madam to’eme ketnite. carêkî ke nardimît bo her şitêk, ebê dû şit bihênî. řojêk kabray aẍa nexoş ekewê û be xizmetkarekey ełê: «a biço pizîşkêkim bobêne». ewîş eçê le paş tozêk dêtewe pizîşkêk û pyawêkî tir legeł xoy dênê. aẍa lêy epirsê em kabrayey tir çîye? ewîş ełê: «ey ew řoje to destit nekird be cinêwdanim û pêt newtim ke narditim bo her şitêk ebê dû şit bênim? êsta pêt witim biçim pizîşk bênim û eweyan pizîşke. eger çakî kirdyewe başe û eger xo çakîşî nekirdyewe, ewî tiryan gořhełkene û gořeket bo heł’ekenê».