westa gurunî dartaş hebû le suleymanî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  530 views

westa gurunî dartaş hebû le suleymanî, řojêk ḧemey pûre xecê eçête lay ełê: westa îmşew kuřêkman buwe, bêşkeyekman bo dirustike. ewîş ełê: be serçaw! dû sibey binêre boy. ḧeme eřwa û dû sibey enêrê bo bêşke. westa gurun ełê: řojî cim’e. řojî cum’e boy çûnewe witî: sibeynê. le sibeynê, sibeynê bîşkey dwa xist û wirde wirde kuř gewre bû û bawkî jinî bo hêna, ewîş kuřêkî bû. bawkî pêy wit: řołe biřo bo lay westa gurun, biłê bawkim nardûmî bo bêşkeke. ewîş çû pêy wit, westa gurun dîsan witî sibeynê. kuře witî: «westa eme çi qiseyeke, wextî xoy bawkim ke pêy witî, ewe bo min bû, êste wa minîş jinim hêna û kuřêkim buwe, em bêşkeye hêşta tewaw nebû?» westa tûře bû û witî: kake biřo xwat legeł! min îşî be pelepel nakem!