řeşey miçey nûrey sîte be serî hemewen...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  454 views

«řeşey miçey nûre»y sîte be serî hemewen hebû, xerîkî cerdeyî û pyawxirapî bû. řojêk qa’miqam sê zeftîye enêrî bo «nûre» bîgirin. zeftîyekan swar’ebin û eřon le qerax awayyeke tûşî řeşe ebin. řeşe lêyan epirsê: ewe bo kwê eçin? ełên: eçîn řeşe egrîn. ełê: ca řeşe be êwe egîrê? ełên: çun pêman nagîrê? îmanî esûtênîn. zeftîyekan her ke gwêyan lê ebê eme řeşeye, le şwênekey xoyan wişk ebin! řeşe mayn û tifengekanyan lê esênî û berełayan eka û xoy egeřêtewe bo małewe. daykêkî ebê «zemzem»y naw ebê, pêy ełê: řołe! to bemcore bê perwa û serşêt bît û ko le kes nekeytewe, axryekey ekujrêy û cergî minîş esûtê. kuřî çak be leser kerî şeytan were xwarewe. řeşe, ke em qiseye ebyet, heł’ekêşête xencer û eyda le şilkey řanî xoy û xencer dîweder eçê be zewîyekeda! be daykî ełê: «de daye were kerî pê bibestewe. min ke wabim bizanim kê etwanê bêt bimkujê».