feqêyek eçête lay melayekî merdoxî dersî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  569 views

feqyek eçête lay melayekî merdoxî dersî kitêbî «camî» exwênê. dû sałî pêwe ebê ta tewawî eka. merdoxîyekan xoyan «camî» naxwênin. ke lê ebnewe mela lêy epirsê: kake feqê, çon bûyt le camîyekeda? ewîş ełê: «qurban -xwa řawestawit ke ewey min hem derzî wa puxt û cwanim nexwênduwe. camî zanîn her wa ebê ke cenabit eyzanî». melaş ełê: desa kake feqê, min le wextî xoya camîm nexwênduwe. feqê tasêk eybatewe û ełê: «hey eḧmeqî cahîl! ke to xot netxiwênduwe bo çi be minit wit û eme dû sałe her şitî ẍełetim pê ełêy».