ḧacî biraymaẍay ’enbar legeł ḧeme...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  451 views

«ḧacî biraymaẍa»y ’enbar legeł «ḧeme řeḧîm»y xizmetkarya eçne sabłax. cim’e dadêt û eçin le mizgewtî «sûr» nwêjî cim’e eken. egeřênewe bo ’enbar. biraymaẍa le ḧeme řeḧîm epirsê: «erê ḧeme řeḧîm nazanim çi řojêk bû le mizgewtî sûr nwêjî cim’eman kird?» ḧeme řeḧîmîş tozê fîkirî bû ekatewe û penceyekî xoy enête ser lêwî û le paşa ełê: «wełła aẍe lam waye řojî sêşenbe bû». aẍaş ełê: «be gořî babim řast ekey, wa minîş kewtewe bîrim».