mela sałḧî teřemar ebê pyawêkî zor be naw...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  492 views

mela sałḧî teremar ebê, pyawêkî zor be nawbang bû, le řeze hencîrekeya tenha yek hencîrî geyştû edozêtewe, gurc berçineyek ehênê heta nîwey gełay tê’eka, inca hencîreke le naw gełakeda da’enê û le serîşewe heta berçine piř ebê gełay tê’eka û eygirê bekołîyewe, be dyarî eyba bo «silêman paşa». wa řêkewtibû paşaş her çî pyaw maquł û gewrey babane le lay danîştibûn. paşa ełê: meła ewe çîye be kołtewe? mela ełê: qurban hencîre nobereye bom hênawî. paşa ełê: bexîr bêy, hełî bipçiře ba heryeke daneyekî lê bixoyn û nobereye be lezete. mela berçine heł’epçiřê, her geła derdênî, ta axrî taqe hencîrêk be destewe egrê ełê: fermû paşa. ełê: inca mela min ewe çî lêbkem? mela hencîreke cwan cwan pak eka û eyxate demyewe û eyxiwa. ełê: paşa away lêbke. paşa qaqa dest eka be pêkenîn û ełê: sed qiřan heqî hencîreke û sed qiřan heqî xwardinekey biden be mela.