hemzaẍay mesref şewêk çend pyawêkî gewre...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  461 views

hemzaẍay mesref şewêk çend pyawêkî gewre le dîwexanekeya ebin, ewîş xizmetkarêkî ebê, pêy ełê: řołe sibeynê pêwîste ta «gurgeder» biçî. gurgederîş dêy hemzaẍa ebê. kabra beyanî zû bebê ewe biçê le aẍa bipirsê îşî çîye, milî řêga egrê û eçê bo gurgeder.

kwêxakey gurgederîş, ke xizmetkarî aẍa ebê, pyawêkî ’entîke ebê. le kabra epirsê xêre wa hatwî? ełê: bexwa îmşew gelê mîwanman hebû, aẍa fermûy pêwîste beyanî biçî bo gurgeder. îtir minîş beyanî zû hełsam û hatim. kwêxaş tî’ega ke em kabraye dyare zor ’aqłe ełê: bawkim! wextî xoy aẍam be minî fermû her wext pyawêkî azam nard, bagirdênêkî berd le serbanî mizgewtekeyaye be gurîs bîbeste be kołyewe ba bom bênê, çunke eger be wiłax bînêrî dûr nîye le řêy gwîje wiłaxeke nekewê û bagirdêneke bişkê. îtir řoy. dwayî «kwêxa» bagirdên le kołî kabra tund eka û xoyşî legełî dêt, êware eçne małî aẍayan. «hemzaẍa» ke emey çaw pê’ekewê, zor pê’ekenê û kabra xełat eka ke em bezmey bo nawetewe, be wiłaxêkîşda bagirdêneke legeł kwêxa enêrêtewe bo gurgeder.