xelîfeyekî gijin eçête gundêk pîrîjnêkî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  475 views

xelîfeyekî gijin eçête gundêk, pîrejnêkî hejarî lê ebê, dewrêşî xelîfe ebê, eçête pêşwazî û eyhênêtewe bo małewe, xelîfe le paş tozê ḧesanewe ełê: eçim bo mizgewt, nwêjekey nîweřom ekem û egeřêmewe. ewîş ełê, başe be qurbanit bim, minîş tenha dû hêlke şik ebem, bot ekeme naw řonewe ke hatyewe bêqře bîxo. xelîfe eçê û nwêj eka û egeřêtewe, lew lawe derwêş şwênî ekewn, ewîş tûşî her kes ebê, ełê, ba biçînewe bo małewe! be de panze kesêkewe egeřêtewe bo małewe, ke pîrejin çawî pê’ekewê wa xelîfe em leşkirey legeł xoy hênawe, herdû çawî epeřête tewqe serî û le daxa hîçî pênamênî. wa řêkewtibû şwênekeş řwe û řoj bû, destêk exate serçawî bo ewe baş boy derkewê ke aya em leşkire xelîfeye yan ne. boy saẍ ebêtewe ke xelîfeye. lem qiseye zyatir hîçî bo naye ke ełê: «gijgij, xelîfe be kełe, gijgij, xelîfe be kełe!»