kuřêk lew naw mergeye çawêkî kwêr bû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  533 views

kuřêk lew naw «merge»ye çawêkî kwêr bû. wextî jinhênanî hatbû, eçûn daway her kiçêkyan bo ekird, herçende yek çawî bo pyaw ’eyb nîye, bełam tozî le danî kiçke xizim û kesukarekey siłyan ekirdewe. kuřeke daykêkî hebû, řojêk pêkewe le jûrewe danîştibûn. kuřeke řûy tê kird û witî: erê daye tuxwa em çawey min bo çi kwêr buwe?

daykîşî witî: řołe ewe minał bûyt, sujnêkit girtibû be destewe. hatim le destitim wergirtewe, toyş destit kird be giryan, damewe be destewe. paşan kirdit be çawî xota -daykit bimrê!- ew çawet wa kwêr bû.

kuře tozê serî daxist û paşan serî berz kirdewe û witî: daye gwaye ta êsteş her egryam? eme çî bû to beser minit hêna?

be xwa لێێ řast buwe û ewendey ḧew ker topan.