dîsan her bo ewe ke mêjû şit win neka: le...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  589 views

dîsan her bo ewe ke mêjû şit win neka:

le řojî yekşenbey 1958/1/5 demedemî êware bû, hewrêkî şam kişa beser lîway dyaleda, wiłatî xaneqînî hemû dapoşî. le se’at pêncî paş nîweřoy ew řojeda baran wekû kunney ser berew jêr destî pê kird. bêcge le tarîkî dinyay hewr tarîkî dinyay şewîşî hate ser. lêzmey baran her zyadî ekird. le se’at sêy paş nîweşew wiryey tirs lêdra, lafaw le kêwekanewe hêrşî hêna bo nawşar, ne dîwarî bax û baxat eygêřayewe, ne koşk û xanûberey nawşar.

ajawe kewte şarewe, mał û minał kes le jêr xanwa nema. lafaw řûy kirde geřekî xwarûy nawşar û xanekan. le pêş hemû şitêka mekîney karebay pek xist û řûnakî le şar biřa dengî řûxanî xanû dengî hawarî minał û gewre yekîgirt.

samî tarîkîş her ehat zyatir heřeşey ekird, baranîş ehat zyadî ekird. ta se’at pêncî beyanî ew lêzmeye dirêjey kêşa û paş ewe xoşî kirdewe û wirde wirde kunî řûnakîş kewte dinyawe. bełam hawar û dadî şar û ser lê têkçûnî danîştuwanî şar, her zyad ebû, çunke kes be temay hîç nemabû û hîç derûyekîş nebû řûy tê kirê. cestey ew şare le diła cestey xamoşan bû, le řuwa cestey waweylay dadfiroşan.

nawşarî xaneqî řûbarî ełwendî le nawaye ke eme le wiłatî êranewe dêt. em lafawe hî řûbareke nebû, çunke lew serdemeda û lew şeweda baran le êran nebarîbû ta ełwend zyad bikat, bełkû em awe her hî baranî ew nawe bû ke le şîw û kêwekanî serûy xaneqî eykird be lafaw û eyřjane nawşarewe. lem lafaweda zyan le gyan nekewt, bełam zyan le mał ewende bû:

sê ’elafxaneke řûxan û hemû şitumekî bû be jêr awewe. 20 xanû her le nawşar řûxa û şitumekî bû be jêr awewe 25 xanû le awayî «tolefroş» ke lûtî be lûtî şarekeweye kewtote serûyewe. 30 xanû le «karêzî erkewazî» ke emeş her lûtî be ser şara dajenduwe û kewtote serûyewe. zyanî beşî xaneqî be baxakanewe geyşte 40 hezar dînarêk. dîsan de řoj em şare bê kareba û sê řoj bê awî xwardinewe mayewe.

her lew baraneda û lew şeweda em le şikirî hewrî barane, bew core day beser «qizrabat»(se’dye) û «celewla»da; lêreda gelê naxoştir û nařewatir bû. şwênî qirzabat çałe; baranî ew nawe hemû bû be lafaw û le nakaw sedey xetî şemendeferî şikan û heresî hêna beseryana. des leser şan aw řijaye naw małan, lewêwe hêrşî birde dukanekan, karesatî qizrabat wekû hîç şwênêk nebû, dinya tarîk, lafawî aw behêz, şwênêk ke minałêk tyaya sitar bigrêt nemawe.