ełên mêjû xoy dewrî xoy ekatewe eme...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 8 minutes  713 views

ełên mêjû xoy dewrî xoy ekatewe, eme řaste çunke ew karesatane ke lew řojaneda peyda ebin be degmen dûyan le yek eçin, dewrkirdneweke me’nay ewe nîye le karesatî wekû yek egêřêtewe, bełkû manay eweye ke zemaneke çerxêke esûřêtewe, le naw çerxekeda perdey wird û dirişt heye û pîşanî xełkî eda, çerxeke le sûřaneweda nawestê, ke newesta îtir berebere her perdey corawcor der’ekewê.

ca bo ewe ew çerxî mêjuwe yekê lew perdane ke nwandî bo paşeřoj win nebê, ewa ême lêre wekû bixrête mekîney zengoẍrafewe û be tewawî řûn bikirêtewe eynûsîn û bo paşeřojê mêjû eyhêłînewe. ew perdeyeş perdey karesatî lafawî suleymanîye, em kare sateş bem core bû:

řoj řojî heynî 18y tişrînî yekemî 1957 û 28y sermawezî 2657y kurdî bû, ser le beyanî hetaw û řojêkî xoş bû, umêdî le xoşî bew lawe hîç şitêkî tir ne’ekira. heta kewte paş nîweřo, paş ’esir. se’at bû be pêncî paş nîweřo, le lay bakûr û bakûrî řoj’awawe hewre çiłkineyek peydabû, zor be tîjî berew asmanî nawşareke û binarî şaxî gwêjewe daykird û kirdî be řehêłe. zorî pê neçû bû be terze, bo mawey 45 deqîqe hewre tałeke eygirmand û eyşirîxan û egrya, baran wekû kunne ser berewjêr ehate xwarewe, tinokî baran be çwaryan îstikanêkî çayan piř ekird. terze le hêlke kewêkewe ta hêlke mirîşkêk bû.

ke baran û terze xoşî kird lafaw wekû şêrî birsî pelamarî nawşarî da. le serûy şarekewe řijaye naw şarewe, serî kird be kołanekanî geřekî mełkendîda-ke yekêke le geřekî şareke û kewtote serûy şarewe- le kołanîşewe řûy kirde naw małekan û naw jûrekan, çî ber pel bikewtaye le nwên û minał û zelam, le diruşkey berdikêşan hemûy řa’emałî û eyhênaye derewe. emca beser ew cadeye tazeyeda ke eçê bo ezmeř şaławî hêna. çuwe seray şarekewe, sera dû nihome, nihomî xwarewe biřî bû le aw û heç nûsraw û pisûle û senedatêkî seray ḧikumet hebû lew nihomeda, hemûy kewte ser’aw û le bin mîçeke tund bû. le pencerekanewe aw hajey kird û hatederewe. legeł ewey serewe ke ehat qołyan kird beqołî yeka û pelamarî bazař û geřekekanî xwareweyan da, lem berderkî serayeda lafaweke behêztir bû, espî kalîskeçî û otomobêlî řamałî û eybird. eydan be dîwar û kendełana. lorîyekî be ḧewt ten barewe bird, otombîlî qemere be ser awekewe boy bibû be şofêr û be kołanekana eysûřandewe. le şwênêkî tir ke pêy ełên «esḧabespî» û nawendî şarekeye, otomobêl be gurîs besrabuwewe, aw gurîsî piçřand û otomobêlî fiřand. nirkey em lafaweş bê zyad û kem her lewe eçû etut kêwêk ekewê beser kêwêka, çunke hem dengî aweke xoy, hem dengî řûxanî ew dîwar û xanuwane ke ber lepî ekewt, yekyan egirt û ew şayyeyan egêřa.

le hendê şwêna aw ke çuwe jûrewe ew mêz û kursîyaney ke le jûreke bûn, aweke le bin mîçekey tung ekirdin, le hendê şwênî tir aw le paş ewey ke nihomî jêrewey xanuwekey piř ekird, eçuwe nihomî serewe, lewêwe le derga û pencerekanewe wekû tavgey here behêzî kwêstanekan eřjaye kołanekanewe. lafaw le deştekanî serwî şarekewe meřî hênabû be corê řaymałî bû ew meř firyay ewe nekewtibû ke řûy xoy bigořê bo řûy aweke. herweha le nawşara espî řa’emałî û eybird,. ke emaneşî ebird eydan be dîwar û kendełanî nawşarekeda û lewê ya ebûn be jêr dîwarî řûxawewe ya her tungî ekirdin le dîwareke û bew cezrebeye gyanyan tya ne’ema. aweke bemewe ne’ewêsta, minał û zelamî le naw mała efřand û eybirdin. çend bêşkey korpey sawa beser awewe bû, kes ney’ewêra tuxnî kewê. emca lafaw řûy kirde bazařan. lewê çuwe «qeyserî»yekanewe. suleymanî dû qeyserî tyaye; qeyserî neqîb, qeyserî wesman paşa. emane şwênekeyan çałn. şitumekî bazirganî û ticarî suleymanî hemû lem dû «qeyserî»ye dan, keçî, çî lewê bû le kutał û şekir û ça û babetî ’etarî hemûyanî řamałî. ferdey piř le kutał û sindûqî ça beser awekewe wekû pûşke wabû. dyare em awe heta ehat zyadî ekird û ehate serî, lêreda nore hate ser geřekî «serşeqam» û «şêxe bas». bew tûřeyî û tundutîjye pelamarî ew geřekaney da û řûy tê kirdin, lew dû şwêne karesatî zyatir kird. mał řuxan û minał birdin zortir ber ew şwêne kewt. şwênî şarî suleymanî lêje; heta serewxiwartir biřwa be lay qîblewe guřî aw zyatir ebê.em geřekaneş kewtûnete xwarûy şarewe boye zyatir karesat le mana řûy da. ta geyşte ewê û lewê derçû û her şitêk hebû birdî û emca le xwarûy şarewe řûy kirde çemî tancero.

le hendê le kołanekanî nawşara, ew şwênaney ke řêbazî aweke bûn, ta dû metir aw berz bûbuwewe. bełay zyatir leweda bû ke aweke sard bû. hemûy hî terze bû, leber sardîyekeşî kes ney’ewêra tuxnî kewê û şitêk bigrêtewe. le hendê le ḧewş û serbanekana wekû hênabêtit be sed bar sed bar terzet tê kirdibê awa komełe bûbû. seyrtîş ewe bû şwênî wa hebû nûsabû be şarekewe, wekû her baranî lê nebarîbê wabû. le hendê pena dîwara le paş 42 řoj terze edozrayewe le hêlke kew gewretir bû. dengî nirkey lafaw dengî hawarî jinan û pyawan ke kesukaryan aw eybirdin we ya małekanyan leber çawyanewe eřûxa we ya şitumekî naw małyan beser awewe ebînra we ya barxaney bazirganekeyan eçû be gerûy lûrey lafawekeda û eman hîçyan pê ne’ekira bêcge le henase hełkîşan nebê, em denganey ew řojey nawşarî suleymanî bê guman kirdibûye karê ke firîştey asman bezeyî pyabêtewe, bełam leber eweke ew şare her le mawey çend sałîka carêk ebê em denganey lê berz bibîtewe, carêk be hoy bordumanewe, carêk be hoy řijanî xwênî şehîdekanewe, carêk be hoy lafawî bê emanewe. leber emane firîştey asmanîş gwêyan keř bûbû le dengî ew hemû zayełane. wa dyare şarî suleymanî ebê hemû car em derd û meynete bixate ser şanî. le germey lafaweda xełkeke pertubław bûbûnewe; kes agay le kes nebû. ya kes ney’ezanî çî dyar nîye û kê buwe be qoçî qurbanî û be małî tałanî. baran û terzeke le paş 45 deqîqe xoşî kirdewe, lafaw her dirêjey kêşa û şew beserhat, lêreda ’alem kewtine derbederî wifelaket, bere bere nałey cigersûtawan berz buwewe. emca her yeke le layekewe hawarî ekird kuřekem we ya birakem ya kuřpekanim dyar nîn, řast bû dyar nebûn, çunke lafaw birdibûnî û kirdibûnî be gawgerdûnî xoy.

ewaney le nawşara be xinkawî le demî lafaw senranewe we ya ewaney be mirdûyî le jêr dar û berdî xanûy řûxawî dest lafaw derhênrabûn, emane le mawey şew û řojêka dozrabûnewe, bełam le paş ew şew û řoje le «’erbet» û «tancero» laşey mirdû ebînrayewe û ehênrayewe. deste deste xełk eçûn bo aştinî mirdûy em karesate le girdî seywan, gor hełkenekan firyay ewe ne’ekewtin bênewe bo nawşar, ke gorêkyan heł’ekend bepele eçûne serhełkendinî gorêkî tir. seyrtir ewe bû le paş dû řoj mindałêk le naw bêşkeya, ke aw birdibûy, le dewruberî «’erbet» û «tancero» dozrabowe, pencey xoy xistibuwe demî û eymjî. hênayan bo xestexane, wa dyarbû lewêda wîstibûyan dermanî biken, ew wexte mirdibû. le cade, le zîrab û řehen, le cwanî nawşar, em lafawe em îşaney ke bew sałane kirabû, hemûy le maweyekî kema têkda û hîçî beser hîçewe nehêşt, şarî suleymanî lem mêjuweda bû be şwênêk wekû hergîz destî awedanî be xuyewe nedîbê wabû, le layekewe cade û kułan hemû têkçûbû, řûxabû beser yeka. le layekewe xanûbereyekî zor řimabû beser yeka. dengî zayełey řořoyş serbarî hemû bû.