sałḧ qazî boy gêřamewe witî mu’elîmêkî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  555 views

«sałḧ qazî» boy gêřamewe witî: mu’elîmêkî wekû min, řojêk «daw»y nabowe bo çolekegirtin dewruberî dawekey piř kirdibû le «dan» û xoy le dûrewe lêy danîşt. çolekeyekî zor le dewruberî daneke bibûnewe destyan kird be çînekirdin. kabra «kełeşêr»êkîşî hebû, lew kateda kełeşêrekeş hat û legeł çolekekana destî kird be danxiwardin. mamosta wîstî kełeşêreke der bika bo ewey bełkû çolekekan nizîkî daweke bikewnewe bibin be dawekewe, bełam nazanê çon em kełeşêre der bika, eger ełê «kiş» çolekekan heł’efirin, eker ebziwêtewe û berdî tê egrê, dîsan her leber çolekekan řê nakewê. witî: «çak waye be zimanêk qise legeł kełeşêrekeda bikem, ke çolekekan tê negen!» zimanekeş eme bû witî: «kaf, şîn, kaf, şîn, kaf, şîn! şek, şek, şek!»