lew serşîwe şêxêk hebû ’emrî xway...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  549 views

lew serşîwe şêxêk hebû ’emrî xway kirdibû. zortir le derwêşekanî lew tîrey «řuẍanî»ye bûn. hendêkyan ko ebnewe û eçin bo pirse û kořî şîn û şepořîş germ ebê û derwêş letaw nemanî şêx, hemû ḧał eyangirê û her yek û be corêk be bałay şêxa heł’eden, paş zîkir û fîkir û tehlîle, hemû da’enîşin û şêx kuřêkî mindałî ebê, hemû qiseyan dête ser ewe, bo ewey ke şwên agirdan kwêr nebêtewe, ew kuřey le şwên danên, kuře dênin û mêzerêk ebestin be seryewe û leser kełpostekey şêx day enên. kuř mindał ebê û bew core xoy ebînê, ekewête qinge cułê û ełê: min em îşem pê beřêwe nabrê. zyatir le hay hwî derwêşekan zor detirsê! emanîş gelêkî legeł xerîk ebin û ełên: «nabê to beçke mirwarît, her ebê le şwênî bawkit danîşî û derwêşekan berî beřêwe, ba wecax kwêr nebêtewe.»

eman zor ełên û em kem eybîst. derwêş marf nawêkyan tya ebê, řîşsipî û demispî hemûyan ebê, tezbîḧî zîkirekey be destewe bû, witî: her řast dananîşê? řoḧim we fîday şêx wê, desa we qewrekey şêx, nuze le demit bête derewe, a ew gemałe bore enêm le xot û bawkit, desa bixo! leme zyatir zîkirekem lê têk mede, îtir buřêtewe! ke eme ebyet, le tirsa niqey lê ebřêt!