jinêk hebû lew binare dostêkî hebû hîç...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  608 views

jinêk hebû lew binare, dostêkî hebû, hîç şwênêkyan nebû bo jwan. qiseyan hate ser ewey ke hemû şewê kabray doste bêt û jineş le baxełî mêrdekeya bêt, le tenîştyewe řakşêt û geme û gałey xoyan biken! bełam leber tarîkî, bo ewey kabray doste lêy têk neçê, jine pêy wit: «min petêkî sipî ebestim be qaçmewe, îtir beweda bizane qaçî mine û hî mêrdekem nîye!» çend şewêk bem core geme û gałeyan kird. şewêk mêrdekey çawî be peteke kewt, lêy pirsî: «jineke ew pete çîye be qaçtewe?» jineş witî: «pyaweke! eme dezûy bendezûy petdezûy şadezûy, şoxdezûy pîrozî şewî dozî serî hozî mirade, her kes le pêy ka, îmamî nazdarî xidrî zînde řoḧim be qurbanî bê, be xoy û dar ’esakeyewe dê be layewe, guławêkî řûnî be bon û tînî edatê, be xişeyekewe, be şikeyekewe be mişeyekewe mirazî her dû dinyay edatê!»

pyawe, ke emey bîst xoy lê mat da, ta şewêk boy řêkewt be bê çirpe û be dizîyewe petekey le qaçî jinekey kirdewe û bestî be qaçî xoyewe! ew şewe le nîweşewa kabray dostî dêt û dest ekutê be petekeda qaçeke edozêtewe û be qaçî jinekey ezanê! derpêkey da’ekenê û têy ber ebê! kabra be xeber dê û ke seyr eka yekê têy berbuwe eyka be hera. kabray doste, ke ezanê lêy têk çuwe lingî kabra fiřê eda û boy der eçê. jine xeberî ebêtewe û ełê: ewe çî bû? kabra ełê: «çuzanim mirdît mirê! ḧezretî xidir, řoḧim be qurbanî bê, hêndey nemabû be dar’esakey qunanim bidřê, dî xeberim bowe, ewîş îtir çuwe jêr perdey ẍerîbî!»