pyawêkim labû le beẍda mam pîrdawid man...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 4 minutes  611 views

pyawêkim labû le beẍda «mam pîrdawid»man pê ewt, xełkî «dîbege»y deştî dizeyî bû, pyawêk bû be dû bara hejar bû, ewî xwa ’erebîyşî danabê ew ney’ezanî. ew serdeme bû, ke ḧacîyekanî kurdewarî ehatin eçûn bo ḧec. dyare emane be «beẍda»da tê’epeřn, emaneş ke dên, xot eyzanî, be taybetî ke hawîn bê, zortiryan dizdaşeyek leber eken û piştênêkî be serewe ebestin û ḧemaylekeyan exene milyan û dyare cemedanîyekîşyan be sereweye, řastî pyaw emane be ḧacî nazanê, bełam ba ḧacî bin!

mam pîrdawdî lay minîş êware wext bû. dizdaşeyekî sipîy tazey le bera bû, camane řîşwedarekey be dewr serewe bû, le çeqî berdergay mizgewtekeda leser çîçkan danîştibû, cigereyekî qamîşî be lalêwewe bû, cigerekey ekêşa û seyrî ew ’alemey ekird, ke ehatin û eçûn! hendê kesîş hen le beẍda, qawey destigêř egêřn, tûşî her kesê ebin, eydenê û parey lê esênin, biřwat bibê swał gelê baştire lew îşey ewan. ewendem zanî kabrayekî řeşî pîsî şiřî çiłkinî girjin cezweyekî qawey be desteweye le dûrewe «mam pîrdawid»y bedî kird û boy kişa, le baweřî ewa em ḧacîye û hatuwe bo ḧec eçê, hîç nebê şitêkî lê ebestêtewe! hat û le berdem «mam pîrdawda» teqeyekî le fincanekanewe hêna û qaweyekî têkird û leberdemya řaygirt. mam pîrdawdîş hîç sê û dûy lê nekird û werî girt û xwardyewe. fincanekey dayewe dest kabra, cigerekey nefesêkî mabû, nefesekey lê da û ta em emey kird kabra qaweyekî tirîşî bo têkird û ewîşî wergirt û xwardyewe.

em qaweçîyane řewşityan waye le qawey yekem û dûhemda eger kabra neyut bese, boy eken be sê fincan û îtir boy tê naken, ca leber ewe ke «mam pîrdawid» neyut bese kabra qawey sêhemîşî bo tê kird, ewîş werî girt xwardyewe û fincanekey dayewe destî.

kabra îtir řawesta û çaweřêy ewe eka, ke hîç nebê mam pîrdawid ḧacîye, dest berê penca filsî bidatê, xo mam pîrdawdîş espê le gîrfanya fetaḧ paşa eka, her nazanê dinya çi base. kabra, ke seyrî kird hîç dyar nîye û zorîş westa, řûy kirde mam pîrdawid û witî: «’imî aşu ma tili’b aydik?Arabic» wate: mame wekû etbînim destit naxeyte kar. mebestî ewe bû yanî dest nakey be gîrfanta pare derbênî!

mam pîrdawdîş hîç çonyetî danîştinekey têk nedabû û neşî’ezanî kabra ełê çî. serêkî bo berz kirdewe û witî: çi derê? kabraş ney’ezanî em ełê çî, her eyut: «’imî aşu ma tili’b aydik?!Arabic»

lew wexteda mam pîrdawid destî bird kîse tutnekey le piştênekey kirdewe, peřeye bermaxî derhêna û eẍze konekey kirdibû be pêçî camedanekeya, ewîşî hêna, leber ewey qawey xwardibowe arezûy cigerey bû, destî kird be cigere têkirdin! kabray qaweçî, ke emey çaw pêkewt destêkî řaweşand û witî: «anî aqul hîçî tili’b bîdikArabic» wate ełêm wa to destit bixeyte kar? emîş her eyut: çi: derêy?!

kabra seyrî kird hîç kełkêk leme wernagrê, qawekey le dest derçû, zorîş matił bû û serî xoy ḧîz kird û be bołeboł lêyda řoyşit, leber ewey çawî le xełkî tirewe bû, neyşîwêra cemedanekey leser bikatewe. lêreda seyrtir ewe bû wekû kabra ełê: aş le xeyałêk aşewan le xeyałêk. kabray qaweçî lay wa bû nêçîrêkî qełewî dest kewtuwe û êsta bebê qiře pareyekî başî lê dest ekewê. mam pîrdawdîş lay wa bû, le dîwexanekey «silêman aẍa»daye le «dîbege»ye. kabray qaweçîy aẍa qawe beser kirmancekana egêřê! îtir hîç ewey be diła ne’ehat, ke eme «beẍda»ye û ebê pare bidat.

tenanet le paşa min pêm wit: boç ew qawet wergirt? witî: lo? witim: axir ebê pare bideyt. witî: ku ebê pareş bidem?! witim: ey boç sêberî bin eşkewte? witî: ku xo le kin xoman çi pare û mare nîne, ca min parem le kwê bû bîdem! witim: ke wate zor çake!