kurêkî hertelî lew xoşnawe jinêkyan le...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  663 views

kuřêkî «hertelî» lew xoşnawe, jinêkyan le berî «koye» bo mare kirdibû, řojêk kuře heł’esê dû gwêdrêj bar eka le mêwij û doşaw eçê bo małî dezgîranî, ke egate ewê xesuwekey le dûrewe çawî pê ekewê û dête pêşwazî û gelê be dewrya dêt û eybate jûrewe, beřeyekî pak û xawênî bo řa’exa û pêy ełê: kuřim lewê danîşe. xoy eçê be lay taqetkirdinî wiłaxekanewe.

ke dêtewe temaşa eka kuřeke beřekey hełdawtewe û le ser zewîyeke, be řanke şiřekeyewe danîştuwe, pêy ełê: kuřim ewe min beřem bo to řaxsituwe leserî danenîştûyt? kuře ełê: bexuday daye qunanim biře mûy pêwene, řayem nakewê leser beřekî danîşim. xesuwekey serêkî bo ba eda û ełê: dek mubarek nebê bo xom û zawam. kuře geřayewe bo małî xoyan û le paş maweyekî tir birayekî le xoy gewretrî hebû, daykekey pêy wit: de kuřim toş biço serêk le małî xizmêkman bide û şitêkîşyan bo bere, ewîş hesta barêk dyarî daye pêş û çû bo małî dezgîranî biray.

emîş ke geyşte ewê, amojnî hat û pêşwazî kird û řayexî bo řaxist û danîşt, paş bexêrhatin û çak û çonî, gileyî birakey la kird witî: min řayexim bo řaxsituwe û pêm wituwe danîşe, keçî ew way cwab damewe, eme eqłe ew heyetî? kuřey biraş sûr bowe û tûře bû û witî: dek le quřêm na, desa wełła dû carim gaye, çi biř mûy be qunanewe nîye, wekû kisokî diroy kirdîne. xesuweke, ke gwêy leme bû witî: beh heter meter em lew bedter.

ewîş geřayewe, bo małewe û paş beynêkî tir bawkî kuře be destûrî ew wiłate ewîş hesta û dû gwêdrêjî daye pêş û çû bo serdanî bûk, ke geyşit, xesû hat be pîryewe û dayna û paş ḧesanewe şikatî kuřekanî la kird, kabraş witî: ew hetîme bîjîye, giçkekeyan hîç, bera daxî kuře gewre le dira mine. witî: boçî? witî: ewî řojî keran degêm ew bîjye dê pixey le keran kird, kîrim de duř qozî kerê ḧasî bû, ewîş lo xoy pêdekenê. jine ełê: gułme, gułme îşêkî başman kird kiçî çakman da be şû.

kabraş egeřêtewe bo małewe paş çend řojêk inca daykî zawa heł’estê be barê dyarîyewe eçê bo małî bûkê bo serdan, daykî bûk zyad le hemûyan be dewrya dêt û paşan ekewne řaz û gileyî û hemû qisekanî bo egêřêtewe û ełê: şikatim birde ber xałe mistoy bawkyan, keçî ewîş away wit. daykî zawa witî: tuxwa waz bêne, daxî baw zor gewren le diła min. daykî bûkîş witî: boçî? witî kiçê ewa kuřukała dê hemû be min xenî debin, keçî ewîş deçê caşkanî degê. jine gutî: de xwa pêman řewa bînê em xizmayetîye tazeman!