şêx marfî se’atçî boy gêřamewe witî...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 1 minutes  580 views

şêx marfî se’atçî boy gêřamewe witî:

sałêkyan nexoş bûm, birdyanme xestexanekey suleymanî, lewê le jûrêka bûm yek dû řojî pê çû, pyawêkî konî řîş sipî lewaney ke be saẍî be goçan eřoyşit be řêgeda, ewîşyan be nexoşî hênaye ew jûrewe, le nikenk û qise kirdinekeya bom derdekewt «yosocanî» bû, diktor hate serî û leber ewey sikî derne’eçû, witî: destûrî ken. berdest û merdest û destûr û tiřutfaqyan hêna û derpêy kabrayan dakend, kabra ke emey dî, zîndû bowe û witî: ewe çî eken? wityan: destûrit ekeyn. witî: bira destûr çîye? têyan geyand ke destûr çîye. kabra henaseyekî hełkêşa û daye bangidan; řołe řo, bira řo çîm kird we xom. ewe beçke şarî boye her we mindałî ḧîz ewn, fêrî eme kiryagin! desa wew kerîme sûre nayełim piltan we qingim kewê!