lew wiłate kabrayekî karwançî eyewê çend...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  684 views

lew wiłate kabrayekî karwançî eyewê çend hêlkeyek bikřêt, eçê be awayîyekeda esûřêtewe, destî nakewê, tumez eme lewêda be hêlke ełên «yumurte» emîş nazanê biłê yumurte, leber eweye destî ne’ekewt, kitupiř eçête małêk tenha jinêkî têda ebê, ke em daway hêlkekey lê eka, ew lêy tê ega û ełê: hemane. çwar hêlke be qiřanê, legełî řêk ekewê.

jine eçête ber kulaneke ke hêlke derbênî, derpêy le pêya nabê, paşełêkî sipî û qełewî ebê, kabra xoy lê xoş eka. ke jineke ser eka be kulanekeda le dwawe bîlamanê îşî xoy legeła eka û jineş hîçî bo nakirê, kabra ke le îşî xoy ebêtewe, hêlkekan wer egrê û parekey edatê û erwa.

êware ke mêrdî jine dêtewe, jineke boy egêřêtewe ełê: pyaweke îmřo hendê yumurtem firoşt be kabrayekî karwançî, her çwar yurtimey be qiřanêk. pyaweş ełî: bexwa xełetawî; le kerkûk sê yumurte be qiřanêke; baş gawtî, ebwa netfiroştaye. jine ełê: ca min biłêm çî bexwa serim le kulanekeda nebwaye be bawkîşî ney’etwanî bimgê.