’ebey mela ḧesen hebû sałêk eçête...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 2 minutes  933 views

’ebey mela ḧesen hebû, sałêk eçête xêłêkî nîştecêy «simayl ’uzeyrî» lew binarî «çeqij» û «qayken»e bo melayetî řemezan, hemû êware û parşêwêk ke em destî ekird be bang û seła, kerêkîş lewê bû ewîş destî ekird be zeřezeř. cejin nizîk buwe, ’eşîret lêy ko bûnewe û wityan: mela toş wek melakey parman legeł meke, coşman lê bisêne. ełê: bira her ebê bimdenê, çunke melakey par her xoy bû, min îmsał hawřêyekim heye, min bangekem eda û ew sełakey ekird, xo emey be xořayî nekirduwe, ebê coke bidem bew. ełên: bira xo kereke bawkit nîye, xêzanî xomane heqekey ewt nadeynê xoman lebatî ew eyxoyn, ewa beşe genmî xot û xwat legeł. mela bo řîşî çû simêłîşî naye serî!...

şêx marfî se’atçî, le kerkûkewe boy nûsîm witî: kabrayekî keř dirawsêyekî nexoş bû, hesta çû bo serdanî, gwêzyan hebû, hendê gwêzîşî be nawî dyarîyewe bo bird. ke çû danîşt, le nexoşekey pirsî: êsta çonî? kabray nexoş witî: zor xirapim. em lay wa bû ełê zor çakim, witî: alḧimdullihArabic. lêy pirsî: xwardinit çîye û çî exoy? witî: bira xwardinî çî? xwardinim zehrî mare! witî: ya řebî noşî gyanit bê. înca ełê: kê dermanit eka? ełê: kê eyka? îzra’îl. keře ełê: qumî xêr ebê îşełła. ełê: mał û mindałeket çon xizmetit eken? nexoşeke ełê: pyaw ke nexoşîyekey dirêjey kêşa, mał û mindałîşî lê weřs ebin, êsta wam lê hatuwe ezanim ke min mirdim çwar řojî pê naçê jinekem şû ekatewe. keře ełê: hîç xem mexo min amadem bo hemû xizmetêk lebatî to.

keře gwêzekan le koşya ebê, tumez řankekey diřawe û hemû geł û gûnî be derewe ebê, xoy agay lê nabê! nexoşeke destî bo řa’ekêşê, ełê: koşt dapoşe. keře wa ezanê pêy ełê: ewet bo çî hênawe, ełê: wełla ewe bo mindałekan, ba gałtey pê biken.