melayek hebû mela ’ebenûsî naw bû...

From the Book:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
By:
Alaaddin Sajadi (1907-1984)
 3 minutes  984 views

melayek hebû, «mela ’ebenûs»y naw bû, taze xwêndinî tewaw kirdibû, le gundêkî ew ser şîwe diłxoşyan kirdibû ke bibê be melayan û qiseşyan dabûye ke jinîşî bo bênin, le paş maweyek kiçêkî gelḧoy xałe pîrot hebû, le gundekeyan kesî pê qayl ne’ebû lewyan mare kird.

zorî pê neçû, mela ke seyrî ekird tûke berî jine bilamanê! ełêy korpe dewene, hemûcar ke beyanî eçû bo mizgewt, eyut: jineke ta dêmewe, berderga û ḧewşeket cwan bimałe. ewîş le mebestekey têne’egeyşit, eçû cwan û puxt berderga û ḧewşekey emałî! mela, ke ehatewe û eywîst geme û gałteyek bika, seyrî ekird hezar xozgey be neşter! way lê hat îtir neywêra carêkî tir biçête lay.

afret, ke bînî wa mela be tewawî lêy lalûte, pîrêjnêkî konesałî dirawsêyan hebû, çû basekey serapay bo gêřayewe. pîrêjin, ke em basey bîst, kêşay be řanî xoya û witî: ay giłe kwêr bî! min le tafî gencîma dersî hezarî wekû tom dawe, keçî to çarî şitêkî awat pê nakirê?!

dapîre, kerî xoy berdest kewt, leber ewey xoy le geme û gałey pêş nîweşewan bêbeş bû, wîstî ewendey tir afreteke ker kat! pêy wit: řołe nazarî dewrî dołe! ke çûyte małewe be agirî qutîleke dwa biřaweke hełkiřûzênewe îtir bê tûk û lûs bîxere berdes mela ’ebenûs! afretî sawîlke çuwewe bo małewe qutîle çiray na be nawlingî xoyewe, daxekem xeplekey sûta û bû be kołe!

şewê mela arezûy hełsita û wîstî biçête lay, jine neyhêşt... bemcore, dû sê şew her neydaye, mela aramî lê biřa û wîstî be zor îşî xêr cêbecê bika! afretî xist û derpêy dakend, temaşay kird dewr û piştî dwabřawekey zîçkaw û ziłziłey lê etkê! ke emey çaw pê kewt, diłî têkçû û kewte qułp û qupî řişanewe, le mał derpeřî her bew şewe ew awayyey becê hêşt û ḧew qonaẍ lewê dûr kewtewe û bû be melay gundêkî tir! le paş mawey sałêk ke askołê nawlingî be tewawî çak bowe, em nameyey bo mela nûsî:

gyanî şîrnim mela ’ebenûs
ber dergay małit lê mebe mayûs
wek berî hesan safe û lûs û pûs

mela ’ebenûsîş bemcore wełamî bo nûsîyewe:

taqe kiçekey xałe pîrotê
herçend şewekey parim webîr tê
cerg û henawim leber yek dertê!

îtir bibřay bibřay mela carêkî tir neçuwewe lay!