namey bendîyek

le şî’rî nazim ḧîkmet
From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 2 minutes  432 views
taqanekem!
pêt witim le dwa nameta:
serim çen azarim eda
diłim sersame, pêt witim:
eger hatû toyan xinkan
tom ledes çû
meḧałe bebê to jyan
ejît
ey jine xoşewîstekem!
herçîyekim lê ezanît
namênê, eřewêtewe
wekû ew dû kełe řeşey
le hewada eçêtewe
ejît ey xuşkî diłekem!
ey xawen qijî xurmayî!
çunke le çerxî bîstema
xem û pejare bû mirdû
sałê pitir tê napeřê
***
mirdin çîye? laşeyeke
le kotayî petêka elerêtewe
natwanim xom bo em mirdine řabênim
bełam ey xoşewîstekem
biřwa bike
ke dû destî tûknawî celladekan
pet le milî min tund eken
be xořayî
le çawî şînî nazma
bo tarmayî tirs egeřên
le paşmawey řûnakîya
řûnakî dwa beyanîya
hawřêkanim leber çawe
to ebînim
hîç nabeme naw gořewe
xemî ew sirûde nebê: natewawe
***
ey jinekem
ey ew kesey kehî minî
ey dar serwe dił nermekem
ey dû çawe şîrîntir le hengiwînekem
epirsî çon emem nûsî?
eyanewê firmanî xinkanim biden
katî lê pirsîneweme
çon etwanin her bewêney selke tûrê
serî mirovî hełkenin
ne bîrî wa ba be serta carêkî tir
řanebûrê
hemû ew şitane êsta
dûr ebînim
***
eger êste paret heye
poşakî jêrewem berê
badarîye û lêm nageřê
hergîz bîrit neçêtewe
ke wa xêzanî bendîyek
bîrî le lay ew komełe şitane bê
be xoşî egeşêtewe