ełên yekêk ke ekewête nizgerekirdin
ełên yekêk ke ekewête «nizgerekirdin» û her le kołî nabêtewe, eger kitupiř le nakaw xeberêkî naxoşî bidenê, nizgerekey le koł ekewê.
ełên mindał be korpeyî nînokî bikirê, diz der’eçê.
ełên mindał ke taze peyda ebê û daykekey zeystane, ta çil şew, çiray be jûrserewe da’egîrsênin.
lenaw ew kurdewarîyeda bawe, mindałî -ta dû sałan- eger hat û zor girya, ya hemû car kitupiř řaçenî le xew, ełên eme goya tirsawe, bo em îşe dênin «quřquşim» etwênnewe, camêkî xałî leser serî mindałeke řa’egirin û quřquşme twawekey -bew nyaze ke tirsekey laçê- tê qiłp ekenewe îtir tirsî mindałeke la’eçê û goya quřquşmekeş ke meyî, ebê be wêney ew şitey ke mindałeke lêy tirsawe!
ełên mindał ke tûşî nexoşî «mang» bû, camê awî leser řa’egirin û ḧew pişkoy tya ekujênnewe nexoşîyekey eřwa.
ełên be gisk le mindałdan temenî ew mindałe kurt ekatewe.
ełên yekêk eger «mû» le pencey hat. «ga»yek bênin kune lûtêkî gake bigirin û kabra pencekey bika be kune lûtekey tirya û gake hełî bimjê, nêrkekey le bin dêt û çak ebêtewe.
ełên eger yekêk «diło» le pencey hat, engustîley poła bikate ew penceye, çak ebêtewe.
ełên eger yekêk řitûbet û jan û ba kewte şwênêkî leşîyewe, xurîy neşorawî lê binê û be şitêk bîpêçê, çak ebêtewe.
ełên «binêşte tał» û «zax» têkeław bikirên û bîsûn be parçe peřoyeka û bîxene ser ew şwêney ke badarîyetî, çak ebêtewe.
ełên ew şwêney ke jan û bay lêye, gełay «binaweto»y lê binên çak ebêtewe.
ełên şwînêk le leşî însana -ke jan û bay têdabû «binêşte tał», «řon gerçek û mêw», «momî hengiwîn» emane pêkewe cwan bikułênrên ta ebin be mełḧem, ew wexte lêy bida çak ebêtewe.
ełên yekê ke çawî hate jan, zax leser tepałe kêwîle esûtênî û le paşa legeł şekira eysiwêtewe û têy eka çak ebêtewe.
ełên eger yekê «hezarpê» çuwe gwêçkeyewe, dênin «hezbye» û «merze» û «ałet» û «zerdeçewe» pêkewe ekutin û eysûnewe, emca legeł goşta eykutin û panî ekenewe û eyxene ser ew gwêyey ke hezarpêkey têçuwe, be bonî ewanewe îtir dête derewe.
ełên zerdêney hêlke dênin eysûn be herdû bere lepa û dest be yeka dênin, ta wirde wirde zerdêney hêlkeke tund ebêtewe û wekû piřpołe heł’ewerê, emca dênin ardî genme behare, awî «hemîşecwan» -ke gyayeke- awî řikêşe, kerey manga, řon gerçek, emane têkeław eken pêkewe, eyanşêln ta ebin be mełḧem, ew wexte eyxene ser ew birînaney ke zor karîgerin, çak ebêtewe.
ełên ew şwêney gulley berkewtibê, ya be xencer lêdrabê ya kabra le şwênêk kewtibête xwarewe zam û birînêkî zilî tê bûbê û xwênekey newestêtewe û çak nebêtewe, bênin le pêşa hengiwîn bixene ser birîneke xwênekey ewestêtewe, paş ewe «hewje» û «beřjef» -ke emane dû gyan- legeł «mêw -momî heng» û «binêştetał» têkeław bikřî û bibê be mełḧem û bixrête serî çak ebêtewe.
ełên her birînêk ke zor sext û giran bê, be endazey qapêk řon gerçek bênin, be endazey hêlkeyek kibrîtî zerd bixene nawyewe, lenaw menceł ya dîzeyekî tozê firawana byankułênin, ewende bikułênrê ta kibrîteke řeş da’egeřê paş ewe daybigrin ta sard ebêtewe, emca birîne kunbuweke be fitîle ew me’cuney tê hełkêşin, we eger her birînî řwałetî bû me’cûnekey lê biden û bîpêçin, çak ebêtewe.
ełên «řîşey zirîşk» bihênît pakî bikey, paşan bîkutî, bu eme şî bibêtewe û emca bîkułênî cwan cwan ta hîç hêzî tya namênê, ew wexte tiłfekey fiřê deyt û dîsan awekey bixeytewe ser ta ewende ekułê hîç awî tya namênî, meger tenha me’cûnî řoḧî gyake nebê, emca bênî tozê lew me’cûne bixeyte ser her birînêk ke xwênî newestêtewe, xwênekey ewestênêtewe be yek dû dest birînekeş çak ebêtewe.
ełên gyayek heye pêy ełên «ałete kêwîle», bîhênî û bîkutî, bîxeyte ser ew şwêney ke jan û bay tyaye le leşî pyawa, şwênekey eka be birîn û heç jan û bayek heye lew şwêneda le birînekewe eykêşê, paşan birînekeş çak ebêtewe.
ełên ew gyayey ke pêy ełên «ałete kêwîle» bîhênî û bîxeyte ser «balûke», eysûtênê û heç balûkêkî tir leşa hebê hemûy la eba.
ełên canewerêk heye sûr û biçkoleye, pêy ełên «gwêrekesûre» ew gwêrekesûreye bihênî û bîgûşîte ser «balûk» zîçkawêk le qîngyewe der’eçê be hoy gûşînekewe, ew zîçkawe biçête ser balûkeke, ew balûke û heç balûkêk le leşaye hemûy çak ebêtewe.