mirove û le mîzełłan eçê

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 1 minutes  390 views
ke mîzełłan
le sinûrî xoy zyatrî
fû tê kira
eteqêt û
carêkî tir
fû be xoyewe nabînê
mirovî ewtoşman heye
le aqarî em jîneda
her le mîzełłan eçê
bedestî ew
bedestî em
bew dem, bem dem
mirovin, mîzełłan asa
serumiř fûyan tê eken
hełyan eden
ewanîş berz ebnewe
ekewn û heł’esnewe
ke bew fuwe danakewn
peyta peyta
fûy zortiryan tê epestin
key derbestin
emcare pîre mîzełłan
ya le demî fûytêkera
yan le berizbûneweda
eteqêt û
nawî caranî namênê
şermezarî beser xoya ebarênê