aẍe tuxuda lutif fermû to le řêy ḧeyî menan

bo xizmet cemîl aẍa wextêk polîs dehatne bazař ber dukanekanyan be ’alem demałî. řojêk polîsêk xoy tûře kird û witî: etbem bo sera, minîş ewem nûsî
From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 2 minutes  723 views
aẍe tuxuda lutif fermû to le řêy ḧeyî menan
def’eyek bo seyrî ’alem bêre bazař el’eman
ḧałî ’alem zor xirape wa le dest cewr û sitem
pak cigerman bote zûxał nałenałey kasban
dûkełî ahî feqîran ger felek bîgrête xoy
nurî řojî wa defewtê řeş debê setḧey cîhan
wa ’emamey ehlî ’îlim û řîşî seyîd herdemê
bûne gêsk wa le bazař pîs bûn herdûkyan
wextî çêştengaw hemîşe dêne xwarê bîl’umûm
ser le erz dest be lerz û qun tilûr pîr û cewan
wa lîbasman pakî fewta hende fiłçey lê bideyn
bote cê zibłî ḧemaçî serkeşîdey ḧacyan
ḧeyfe bo ehlî kesabet bibne cêgay zor û ẍem
ya xu meḧkûm bin be nakes ehlî ’îlim û xanedan
wextî polîs dêne bazař lafî zabit lê eden
kes nîye lêwî hełênê ẍeyrî fermû,bê guman
be’zekyan qerzarî bende wextî geyne řastî min
emrî şîddet zor deken lêm dêmexwarê derzeman
pêm dełên ger zû nekey ḧazir be cebren bo ceza
min le tawî feqrî ḧałim dême lerz û xestecan
deykeme toz û ẍubar û pêm dełên hêwaş mela
çit nehêşt dûkanî ’alem řizqeket kirdîn nîhan
întîzarim bo cenabit merḧemet key derḧeqim
ehil wimîllet zor řezîln wa be emrî nakesan
min dełêm madam wehaye qerzî ’asîPen name ba nexon
lutfî toşî ba legeł bê neçme řîzî muflîsan