řojî têkoşane îmřo řapeřn ey kurdekan

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 2 minutes  680 views
řojî têkoşane îmřo řapeřn ey kurdekan
ba ledestitan derneçêtin genc û xakî nîştiman
bibne yek parçe be merdî řûḧî kêşawin nîfaq
piştî yek bigirin le meydan herwekû şêrî jyan
çunke yek dił bûn legeł yek piştî yekyan berneda
wa be çaw dîtan netîcey cûle cûlî cûlekekan
lem nexoşxaney nîfaqa besye nûstin werneder
yekketî bêkem pizîşke bê şirînqe û feḧis û jan
alet û dermanî nawê bê ’emelyat nacîḧin
şerbetêke yek diłîtan bo deway gişt derdekan
tefreqeş bo xot debînî çend lesîlîş pîstire
cerg û gurcîlet dexwatin kakî kurdî bê guman
çend hezar sałe xerîkî her nîfaq cergî biřî
bûye ḧîz û jêr çepokî bedrewişt winakesan
mîlletêkî wa nefam bê bo şîfaş derman nexwa
ta qyamet ḧałî waye bê newa û hem bê nîşan
dujminî gewrey hemûtan her nîfaqe tê bigen
êwe cergî ew xirab ken wek piłingî çyayekan
toze řûḧêktan ke mawe ba ewîş neřwate der
fêrî dersî yekketî bin tac leser nên wek keyan
seyrî naken çende milwên mîllet û qewmî ’ereb
ayetelkursî dexwênin şew le tirsî cûlekan
kakî xom ’eybe be qur’an êwe cûştan tê nebê
nebne saḧîb naw le dinya neçne řîzî ḧukmetan
herçî namerde derî ken nîştiman ba pîs neka
çunke zuřnaçî belaşin bo hemû bêganekan
dîn hewênî îttîfaqe ew qiseştan pê biłêm
dînî îslam bo sîlaḧî pêş řewî îslamekan
besîye ’asîPen name waz bihêne çîke xot mandû meke
tefreqe wa gwêy biřîwin bûne ’ebdî ’ebdekan