le daristanî kitêbxaneyekda

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 1 minutes  325 views
řojê benaw daristanî
kitêbxaneyekî çiřa
geştim ekird
namêlkeyekî biçkole
le pasarê
wek pasarî
heł nîştibû
ke hełm girt hate ziman
witî: ewey bebê diro
be şwênî řastîya wêłe
ba bêt û gwê le min bigrê
bizanê min çî pê ełêm:
řastî ewende gewreye
ewende berz û pîroze
şitêke ebê řeng nekirê
şitêke ebê zil nekirê
şitêke ebê xest nekirê
her wekû xoy çone weha
bê pêç û pena bigutrê
řastî sakar û sadeye
ebê wişk nekirêtewe û
le derûna
dengî zułałî kip nekirê
le řewtî em jyaneda
bo pêşewe
bê tirs û lerz
xo bo zanistî bext bikirê
ta şwênî řeway xoy bigrê