muddêke ke sergeşte û ḧeyran û ḧezînim

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 1 minutes  656 views
muddêke ke sergeşte û ḧeyran û ḧezînim
aware sewdaser û hem goşe nişînim
tarîke diłî xiste le jêr hewrî qesawet
lutfê bike ey cîlwedehî řûy zemînim
#
ey tuřřeyî ser lewḧeyî îdrak û yeqînim
xinkawe le gêjawî ẍezeb ummetî bêçar
řeḧmê bike ey muhîbtî cibrîlî emînim
bê taqet û bê ta’et û bê pişt û penahîn
ey fexrî řîsalet were ey ḧeblî metînim
ey qa’îd û ser leşkir û ey şahî nubuwet
wa katî meded hatuwe bo êşî birînim
min pîr û sitemdîde û bê hêz û zebûnim
wa şîrî ecel hatuwe bo gerdenî jînim
...Missing coşşî em şořşe wek agire qurban
ey şafî’î dîwanî ceza û řehberî dînim
def’êkî le řûy lutfewe ey şafî’î ’asîPen name
kafye ger meyl befermûy be xuda qîbleyî dînim