derbeder bûm min le dunya kewtime naw şî’e û ’ecem

le sałî 1942 çûme kerbela bo tedawî ře’nay kiçim lay diktor( řefîq tahîr çelebî) lewê ewem nûsî zor ’aczibûm.
From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 2 minutes  681 views
derbeder bûm min le dunya kewtime naw şî’e û ’ecem
bê ḧewas û fîkir û hoşim dił melûl piř le ẍem
da’îma wek gêj desûřêm bê ziman û bê řefîq
kerbela damênî girtim bûbe diřkî piř elem
çun le diłma bû be ḧesret em beharey şarî ko
cennete êstake dewrî gişt be ẍunçey taze dem
wa le her çwar dewrî şarî mêrgekan řazanewe
nergis û nesrîn û lale hem binewşeş wa le çem
ey řefîqî mîhreban û wey tebîbî ḧał zan
zû bide tuxuda necattim xwa necatit da le ẍem
çiłkinî û germaru wikêç û mîḧnetî dûrî weten
leşkiryan kirduwe le řûḧim herwekû cemşîdî cem
kêç dełê xwênit dexom û çiłkinî pîstî řizand
şîddetî germa be carê bo demaẍim bû be sem
řadebwêrim min legełyan ger diłim sakin bibê
cergî sûtandim be carê xo birînî cergekem
agirî dûrî hemîşe qirçeqirçî xiste dił
têkî da neyhêşt be carê hîç binaẍey ’umrekem
ẍem dexom û zecrenoşim min le şarî kerbela
bîst û dû řoje ḧîsabî ḧesretim naka qelem
çare her teslîme ’asîPen name çî bika muxtare xwa
çit le dest dê heste bîke řameweste zor û kem