min be ’înwanî gedayî hatme derget bo su’al

le 25 y şewalî 1397 ewem nûsî le byarey bûm. ḧezretî şêx ’ela’edîn çû buwe eḧmed awa zorim arezûy ewkird
From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 1 minutes  737 views
min be ’înwanî gedayî hatme derget bo su’al
kewtime zindanî fîraqit bê newa û bê mecal
çunke dił kwêre le řêgey me’rîfet dûr kewtewe
da’îma her întîzare çaweřêye bo wîsał
ger le meẍrîb bo diłî min aftabî řût hełê
dyare tewbey min qibûłe bê xîlaf û bê cîdal
řû le kê kem bo teşekkî biçme kwê ey şahî min
ya le dest cewrî fîraqit çon binûsim ’erz û ḧał
cêjnî qurbane be qurban bê çira û bê nûre dił
feqrî dił mecbûrî kirdim lam nema ’eqił û kemał
şahî min ’adet wehaye şa ke cêjnaney biden
dił gedayî derkî xote toş şehnişahî celal
çunke ’asîPen namem û xecałet wa penam hênaye lat
çaweyî awî ḧeyate bo minî aşfite ḧał