leçley behreyekda

beboney çiley matemî şa’îrî dyar û koç kirdû «kameran»ewe
From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 3 minutes  390 views
ke pirşingêkî behredar
wekû xor ser enêtewe û
bo yekcarî awa ebê
lêm mepirse
gêjełukey pejare û xem
lenaxî şeketî mina
çon ewrujê
***
her ke cigergoşey şî’ir
- be koçî bê geřanewey -
xemxorî kostî ekewê û
le payzêkî direnga
wek minałêkî nazdarî
germawgerm le naz kewtû
yan ba biłêyn
wekû kotrêkî terîw
be gimegim
le beřoçkey dîwanêka
defterêka
kaẍezêka
kiz û kesas heł ekurmê
min lêrewe
agirêkim tê ber ebê
be giryanî wişk nebê
be şepolî hîç řûbar û
hîç çemê nakujêmewe
ke behreyek
le nakawa
wekû estêre geşeyek
le asoy şarî dêrînî
hewlêrLocationewe
berew silêmanîLocation ekşê
bo mał awa
- lejêr sêberî dirextî -
bê gełay dar erxewanî
seywanî xema řa’ekşê
hîç mepirse
diłdaranî şî’ir û wişe û
xoşewîstî
henaseyan
çon bo koçî ew behreye
ew hewreye
le cêy befir û le cêy baran
pirse û matem ebarênê
ew behreyey
serdemêkî dûr û dirêj
wekû ḧacîNamed-Entity, wekû bêkesNamed-Entity
leřêy wişe û hełbestewe
bo netewe
beçepik «gułałe sûre»y
xwên germîy řişte bestewe
bedem «řenc û awat»ewe
biłêsey «agir û jîle»
le şewgarî şewezenga
meşxełê bû bedestewe
bo «dyarî», «gułe estêre»y
geşe û zebrî honrawe bû
gułê bû, berhemî şî’ir
ke çwar werze geşawe bû
bo serfirazîy em kurde û
bo mirovî çewsawe bû
***
ew behreyey
ke şwêne zay noberey şî’rî
«bedre» bû
destibeserîy, bendîy, xebat
hoy hejan û teqînewey
kanî û karêzî behre bû
le zîndanî tarîkewe
ziřey zincîr ebê biłê:
«hezar siław le xakekem
ke xomî bo wa lê ekem
katê diłî min egeşêtewe
ke befrî xemî kurd bitwêtewe»
êsteş herçen ew behreye
řêbwarî ser ew řêgeye
be nakamî
diłişkawî
bê aramî
le seywan serî nayewe
be naçarîy ḧesayewe
ewîş wek zor şa’îrî kurd
ta hanay bo erxewan bird
tenha benaw kameran bû
xêr nedîw bû
bełam le cîhanî şî’ir û
wişey germ û řapeřîna
pişkoy dyar bû
le dinyay gyanî û hîwada
bextî yar bû
boye kurdistan heta bimênê
serlutke û kejî
guł û gułałey hełbest û nûsîn
wek nêrgisecař
newroz û behar
bigeşêtewe, bişekêtewe
wek saway nazdar
bişnêtewe, bixnêtewe
ewîş le şî’ir û berhemî cwana
gułałe sûre û dar erxewana
xeme gewrekey diłî seywana
giznigî asoy geşî hemuwana
wek nemranman
kameranNamed-Entityyişman
zînduwe û ejî