hend ḧesûde çerxî gerdûn derḧeqim kewtote şeř

From the Book:
Dîwanî ’Asî
By:
Mulla Mustafa Asi (1885-1975)
 1 minutes  763 views
hend ḧesûde çerxî gerdûn derḧeqim kewtote şeř
aşî bedbextî be awî nekbetî xistote geř
swarî espî ẍem bû dił te’qîbî bextî bed eka
şahîda bêdar bibîtin lew xewî aşûb û şeř
birdimye gêjawî ẍurbet dûr û aware le yar
řûtî kirdim çerxî çepgerd wek melî bê bał û peř
hoşî lê girtim be ẍaret leşkirî ẍem bê teqe
daye ber topî meraret têkî dawe bext û feř
def’eyek bêdar be ey bext destî min damanî to
ba le gişt cêga nenałim wek hetîwî bê pider
besye huşyar be dexîle ’eqił û cewher bê behan
ger fereydûn bê be cewher her kemê bê sîm û zeř
’asîPen name to hoşt le xo bê text wibext bê faydeye
boçî ẍem xwardin le dunya axe ax û çawî teř