le elbûmî hełbestêkda: şeş wêne

From the Book:
Dîwanî Kakey Felaḧ
By:
Kakey Fallah (1928-1990)
 3 minutes  423 views
yekem wêne:
bedaxewe
xełkî boye ko bûnewe
takû termî sałî afret
bo seywanî kemterxemî û
gořistanî bîr çûnewe
beřê biken
çon tê egen?
mafî xoyane têy bigen
bełam dengê le naxewe
şepol eda le perdey gwêm
ełê: kilîlî gencîney
hemû sałê be dest pyawe
bo řuwałet
le sałanî çerxekana
taqe sałêkî naw nawe
sałî afret
duwem wêne:
eger hatû
le naw baxçey çiřî jîna
le ber şiney pêkenîna
le jêr saye dirextêka
le wextêka
gułî pişkût
nawî kiç bû
henasey germî bêzarî
biłêsey agirî nefret
peřey naskî nejakan
wird wird laskî nepřûkan
ger wa nebû
ełêm: afret
wek mirovî, wekû pyawê
řoj û mang û sałî nawê
sêyem wêne:
eger hatû
gułe baxê
leser liqî berzî cwanî
geşayewe
be sirwey şemałî ḧez û
xoşewîstî lerayewe
bo bilbilî hełbijardey
le jêr sêberî peykerî
diłdarî řasteqîneda
çemaye û
dirkê nebû
wekû diřkekey mem û zînNamed-Entity
cergî awatî hełdiřê
be geşaweyî hełwerê
ger wa nebû
ełêm: afret
wek mirovê, wekû pyawê
řoj û mang û sał nawê
çwarem wêne:
eger hatû
cwanî tenha bade nebû
şerabêkî sade nebû
pyaw mest bika
wa bizanê
le germey bezim û şayîya
le lutkey berzî bayîya
serçopî kêşî pareye
xoy xawenî ew yareye
xoy xwawendî ew yareye
wa hest bika
ke etwanê
le kêłgey arezûy pesta
gułî hestî pê xust bika
ger wa nebû
ełêm: afret
wek mirovî, wekû pyawê
řoj û mang û sałî nawê
pêncem wêne:
ger cirîwey estêrey řêz
le asman hate ser zewî
eger hewrî baranî soz
çawî wişk nekirdewe
ger le goşey mirovewe
hêlaney nazî ew řêze
naw gilêney herdû çaw bû
nime baranî ew soze
sernaxî derûnî pyaw bû
eger gurgî -
be naw le pêstî mirova
çawî sûrî kal buwewe
kełbey tîj ał buwewe
loj loj berew çał buwewe
eger wa bû
ełêm: afret
wek mirovê, wekû pyawê
řoj û mang û sałî nawê
dwa wêne:
eger afret
wek bałdarê
ew bałdarey min emewê
hergîzawhergîz nesrewê
twanî be dû kełî çira
bifřê bifřê, bo pêşewe
wek masîyek
ew masîyey min emewê
be corêkî wa hełkewê
biřwa benaw deryay giřa
bûnî bixate kêşewe
be destî xoy
be hestî xoy
wek neşterê
çû be çawî nexoşya
be gij cewr û xwên noşya
wek mirovê
twanî cêy xoy bikatewe
twanî řêy xoy bikatewe
twanî girew bibatewe
dyare afret
wek mirovê, wekû pyawê
řoj û mang û sałî nawê