merde kurd hoşyare emřo yek dił û gyanin hemû

From the Book:
Dîwanî Şaho
By:
Shaho (1882-1971)
 1 minutes  665 views
merde kurd hoşyare emřo yek dił û gyanin hemû
tołesênin, pyaw fiřênin şêrî meydanin hemû
řêk û pêk û piř çekin saḧêbî sa û heybetin
řołekanî řostem, sam û nerîmanin hemû
řojî ceng, kabê behêrş eçne meydanî neberd
dujminî bêfeř, le twana herasanin, hemû
kurd wehaye, merc û biřyarî heta axir nefes
bo qiřanî dujminan yan, qoçî qurbanin hemû
«dujmin û çakî û mirwet» diroye pêy biřwa meken
řû řeşin, tałan kerin, xwên řêjî kurdanin hemû
nessî ayet şahêde bo em girohane ke çîn
dû ziman û, fîtne û, bê dîn û îmanin hemû
têgeyştûn, kurd neyan nasin, ke dił pîs û bedin
bem zuwe mêşkyan ehařn, řû le fewtan hemû
zołe kurdîş gerçî daym gêre şêwênin, bełam
boşe, binçîney, bînayan řû le řûxanin hemû
pişt be lutfî zanî ḧeq şahoPen name eybînî qewmî kurd
bem zwane, serbexo saḧêbî fermanin, hemû